Alên li Şaredariya Farqînê hatin rakirin 2016-09-29 11:53:57 AMED (DÎHA) - Li Şaredariya Farqînê alên ku ji aliyê polîsan ve hatibûn daliqandin, hatin rakirin. Li navçeya Farqînê ya Amedê piştî ku di 11'ê îlonê de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, li avahiya şaredariyê polîsan 3 alên tirkan daliqandibûn. Alên ku hatibûn daliqandin duh bi şev hatin rakirin. Alên ku bi rojan e li şaredariyê hatine daliqandin çima û ji aliyê kê ve hate rakirin nayê zanîn. Li aliyê din wesayîtên zirxî yên li dora şaredariyê, TOMA û barîqatên hatine çêkirin hê jî li dora şaredariyê ne. Polîs jî li ber deriyê şaredariyê nobetê digirin. (sa)