Mexdurên darbeyê: Em darizandina adîl dixwazin 2016-09-29 12:38:47 ENQERE (DİHA- Platforma Piştevaniya Mexdurên OHAL’ê yên li dijî Darbeye, daxuyanî da çapemeniye û darizandina adîl xwestin. Platforma Mexdurên OHAL’ê yên li dijî darbeye li dijî binpekirina mafan li Yekitiya Mulkiyeyan civîna çapemeniye pêk anîn. Di civina çapemeniye de bi malbatên kesên ku di darbeye de jiyana xwe ji dest dane re hatin cem hev. Dîsa malbaten leşkerên bi hinceta ketine nava hewldana darbeye hatine girtin amade bûn. Li ser navê Hewldane Hilal Erdogan,diyar kir ku ew darizandinek adîl dixwazin u dive musluman neyên cezakirin. Erdogan xwest mafên xwe yên parastine bikar bînin û hiquqa erdûnî xwestin. (mae)