Heyeta KCD’ê çû serdana televîzyonên hatin girtin 2016-09-29 14:33:44 AMED (DÎHA) - Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle û heyeta pê re televîzyonên hatin girtin ziyaret kirin. Dîcle di serdanê de wiha got: “Em ê bi beşdariya hêza gel û demokrasiyê bi berxwedana demokratîk van êrîşên faşist bişikînin.” Heyeta ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle, endamên Dîwana Serokatiyê Hasan Yagiz, Musa Farogullari û Serhat Bingol pêk dihat çûn serdana televîzyonên Azadî TV, Hayatin Sesî TV, Jiyan TV, Wan TV û Zarok TV yên bi pêkanîna OHAL û KHK’ê hatin girtin û heyetê piştgiriya xwe ji TV’iyan re aşkere kir. Di serdana Wan TV de Hevserokê KCD’ê Dîcle axivî û feraseta AKP’ê ya li hember girtina televîzyonan wek darbeyê nirxand û wiha got: “Bi taybetî ev êrîş li dijî kurd û weşangeriya kurdî ye. Em êrîşên li dijî kurdî re rû bi rû mane. Em vê pêkanîna reşkirina weşana şermezar dikin û piştgiriya xwe didin xuyakirin. Bi îlankirina OHAL’ê re ev dem ji dema darbeya 12’ê Îlonê bihuriye. Ev êrîşên faşîst serdema Hîtleran a faşîst tîne bîra mirov.” 'Girtina Zarok TV bêtehamuliya li dijî zimanê kurdî ye’ Dîcle destnîşan kir ku girtina Zarok TV bêtehamuliya li dijî zimanê kurdî ye û wiha axivî: “Zarok TV bi zimanê zarokên kurdan weşanê dike. Girtina Zarok TV nîşeneya dijminiya li dijî nasname, çand û zimanê gelê kurd e. Em ê wek gel û hêzên demokrasiyê li dijî hemû ferasetên nijadperest li berxwe bidin. Girtina Wan TV nayê qebûlkirin.” 'Em ê rastiyan bigihînin gel’ Piştî Dîcle, Nûçegihana Wan TV Hulya Emeç jî axivî û diyar kir ku reşkirina weşana TV’iya wan ji ber ku têkoşînek bi hêz dane meşandin hatiye girtin û wiha got: “Girtin û reşkirina weşana nikarin me ji têkoşîna me dûr bixin. Gotin KHK li dijî FETO’ye lê niha ev pêkanîn tenê li dijî kurdan û çanda kurdan pêk tê. Eger bi girtina van weşana dikaribin dengê gelê kurd qut bikin xwe dixapînin. Em ê hin bêtir bibin dengê gel û rastiyê bigihînin gel.” ‘Darbeya li dijî dengê kedê û karkeran e’ Dîcle û heyeta pê re piştî Wan TV çûn serdana nûneriya Hayatin Sesî TV a Amedê û piştgiriya xwe anîn ziman. Dîcle li vir jî axivî û da zanîn ku sansûrkirina Hayatin Sesî TV li dijî ked, aşîti û demokrasiyê ye û got ku dixwazin bi vê girtinê dengê kedê û karkeran qut bikin. Dîcle anî ziman ku pêkanîn di serdema AKP’ê de di tu demê de nehatine jiyîn û got ku ew ê hemû bi hev re li dijî êrîşan bi rûhê berxwedanê rawestin. Nûnerê Hayatİn Sesî TV ê Amedê Cumhur Daş jî destnîşan kir ku ew ê bi yekîtî û piştgiriyê hemû rojên tarî li pey xwe bihêlin û got ku vegotina rastiyan bidomînin. Dîcle û heyeta pê re piş tre çûn serdana Zarok TV, Jiyan TV û Azadî TV û li vir jî peyama piştgiriyê hat dayîn. (bg)