Gefa 'Em ê we wekî Şirnexê bişewitînin' li girtiyan xwarin 2016-09-29 16:29:48 ANTALYA (DÎHA) - Girtiyên jin ên ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dimînin ji aliyê gardiyanan ve bi gotina "Em ê we jî wekî Şirnexê bişewitînin" hatin tehdîdkirin. Girtiyên jin ên ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dimînin rastî êrîyşa gardiyanan hatin û hatin tehdîdkirin. Malbatên girtiyên bi navê Suzan Saçal û şukran Aydin ên xwe gihandin ajansa me diyar kirin ku xizmên wan ji aliyê gardiyanan ve hatine tehdîdkirin û rastî şîdeta wan hatine. Li gorî agahiyan Paçal û Aydin ji bo ku wan ibbin doza ku tên darizandin serî li îdareya dan. Daxwaza girtiyan hat redkirin û hate ferzkirin ku bi SEGBÎS'ê ve tevlî danişînê bibin. Daxwaza girtiyan ji bo hevdîtina parêzeran jî het redkirin li ser vê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin û gefa "em ê wekî Şirnexê we bişewitînin" li wan xwarin. Malbatan diyar kirin ku pêkûtiyên li ser girtiyan her diçe giran dibe û li benda bihistiyariyê ne. Têkîldarî mijarê rayedarên girtîgehê jî îdia kirin ku agahiya wan bi bûyerekî bi vî rengî tuneye. Rayedarekî din e girtîgehê jî îdia kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê girtiyên jin tuneye, ji bo ku agahî bidin divê ji dozgeriyê destur bê girtin, derb û gefa li dijî girtiyan jî red kirin. (sa)