Ji mamosteyan çalakiya pirtûkxwendinê 2016-09-29 17:12:58 WAN (DÎHA) - Li Wanê mamosteyên ku ji kar hatin durxistin çalakiya pirtûkxwendinê pêk anîn. Li kolana Hunerê ya Wanê mamosteyên ku ji kar hatin durxistin çalakiya pirtûkxwendinê pêk anîn. Kedkarên perwerdehiyê pankarta "Dest nede mamosteyên ku aştî xwestin ji kar hatin durxistin" vekirin û li ser navê mamosteyan Hevseroka Egîtîm Senê Gulcan Korkmaz Sagyîgît axivî. Sagyîgît diyar kir ku ji bo şermezarkirina ji kar durxistinê dê pirtîk bixwînin. Piştre mamosteya saetekî çalakî pêk anîn û pirtûk xwendin. (sa)