'Divê zimanê tu kesî neyê qedexe kirin' 2016-09-30 09:09:42 ENQERE (DÎHA) -Her çiqas hikûmeta AKP'e bibêje zimanê kurdî serbest e jî, lê di serdema hînkarî-perwerdehiyê ya nû de dîsa jî zimanê kurdî li dibistanan nebû zimanê perwerdehiyê. Hevserokê KURDÎ-DER'ê yê Enqereyê Mûstafa Karaman têkildarî serdema hînkarî-perwerdehiyê ya nû de û mafê bi kar anîna zimanê zikmakî yê perwerdehiyê de axivî. Karaman, da zanîn ku kî dibe bila bibe divê zimanê her gelî li dibistanên fermî bê bikaranîn neyên qedexe kirin. 'Bi milyonan xwendekarên kurd hene' Karaman bal kişand ser serdema perwerdehyê ya nû û ev tişt anîn ziman: "Bi milyonan xwendekarên kurd niha li dibistan û zanîngehên fermî ên Tirkiyeyê tên perwerdekirin. Dema ku mirov lê dinere ev hejmar ne bi dehan û sedan bi milyona ne. Bi salan e gelê kurd daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê dike. Lê tu caran nayê qebûlkirin û bikaranîna zimanê zikmakî her tim tê qedexekirin." 'Xwedî li mafe xwe derbikevin' Karaman got, divê ciwanên kurd ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî serî li rêveberiyên zanîngehan bidin û wiha axivî: "Divê ku ciwanên kurd ên ku niha li zanîngehên Tirkiyeyê yên cûda dixwînin, ji bo mafê perwerdehiya zimanê zikmakî serî li rêveberiyên zanîngehan bidin û xwedî li mafê xwe yî demokratîk derbikevin." 'Xebatên me yên perwerdehiya dê berdewam bikin' Karaman da zanîn ku wan li hin zanîngehan xebatên perwerdehiya zimanê kurdî daye destpêkirin û wiha berdewam kir: "Mamosteyên me sala borî destûr ji rêveberiya Zanîngeha Hacetepeyê xwestin û li wir him perwerdehiya zaravayê kurmancî him jî ya zaravayê dimilî dan. Ji bilî vê li Zanîngeha Bîlkentê ya taybet jî du salan mamosteyên me perwerdehiya zimanê kurdî dan. Ji bilî van zanîngehan di gelek saziyen kurd û demokratîk de jî em perwerdehiya zimane kurdî didin." 'Serlêdan didomin' Karaman dest nîşan kir ku ji bo serdema perwerdehiyê ya nû serlêdan dest pê kirine û wiha domand: "Bi rastî ji ber rewşa awarte perwerdehiya me îsal dereng dest pê kir. Serlêdana xwendekaran a perwerdehiya serdema nû dest pê kiriye. Heta hefteyeke din em ê dest bi perwerdehiya xwe bikin. Her wiha serlêdan hêj didomin." 'Mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin' Karaman herî dawî der barê xebatên xwe de ev agahî dan: "Em ê roja şemiyê bicivin, ast û polên xwendekarên xwe diyar bikin. Mafê perwerdehiya zimanê dayikê mafê herî demokratîk e. Gava ku em li gorî makezagona Tirkiyeyê lê binerin peymana zarokan di 1989'an de hatiye îmzekirin. Li gorî vê peymanê divê her kes li gorî zimanê dayikê bê perwerdekirin. Ji ber vê yekê divê hemû xwendekarên kurd ji bo mafê perwerdehiya zimanê dayikê yê demokratîk û rewa serî li reveberiyên zanîngehan bidin." (fd/red)