Nisêbînê li hemberî 'diwarê şermê' bi bertek in 2016-09-30 09:47:49 MÊRDÎN (DÎHA) - Welatiyên Nisêbînê ku "diwarê şermê" yê di demên dawî de li sînor ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê çêkirin, çapemeniya hewzê jî pesnê wî didin qebûl nakin diyar kirin ku yên ku êrîş dikin ne Rojava û Tirkiye ye. Piştî Sûriye statuya kurdan nas kir û şûnde, Tirkiye kurdên Sûriyê ji bo xwe wekî talûke dîtin û dest bi lêkirina dîwarên ser sînor kir. Dewleta Tirkiye ku ji Hatayê heta Şirnexê li ser sînor dîwarê şermê lê dike, li Sîlopya, Cizîr, Nisêbîn, Qoser û heta Serêkaniyê dîwarê ku bejnawî 4 metre bilind e lêkir. Rayedarên dewletê diyar kirin ku dê seranserî sînor dîwar lê bikin. Gelê Botanê bertek nîşanî avakirina dîwarê li ser sînor da û wekî seda Cînê bi nav kirin. Tê diyar kirin ku ji 911 kilometre sînorê navbera Tirkiye û Sûriye 200 kîlometre diwar li ser sînor hatiye lêkirin. Dîwarê şermê yê cîhanê Dîwarê li ser sînor tê avakirni wekî “Seda TOKÎ" "Dîwarê şermê" û "Seda Çînê" hat pênasekirin. Bi taybetî piştî herêma Federasyona Bakurê Sûriyê ket kontrola YPG’ê dîwar hat lêkirin. Welatî Salih Kardaş (62) bertek nîşanî avakirina dîwar da û diyar kir ku dîwar ji 3 metre bilindahiyê pêk tê û wiha got: "Sînor li ber zorê xwe nagirin. Dixwain bi vî dîwarî gelan ji hev qut bikin. Dixwazin diwar di navbera birayan de ava bikin. Dixwaze gelan ji hev qut bikin. Di serdemên berê de Sedda Çînê li dijî êrîşên Hûnan pêk hat, lê niha Tirk li dijî kurdan sedê ava dikin. Heta niha gelê Rojava kevirek jî neavêtiye ser xetê. Di 4-5 salên dawî de gelê Rojava li dijî DAİŞ’ê têdikoşe." Kardeş, da zanîn ku di sala 1960’an de jiSitililê koçber bû û hatin li Nisêbînê bi cih bûn û wiha got: "Heta êrîşên Tirkiye dest pê nekiribû çûn û hatina navbera gelan pir hêzan bû. Lê piştî êrîşî rojava kirin dîwar lêkirin. Welatiyê 55 salî Ramazan Tekin (55) jî anî ziman ku gelê bakur û rojava hemû xizmên hev û nasê hevin û wiha got: "Ewil bi sînor em ji hev qut kirin. Niha dixwaze bi dîwaran me ji hev qut bike. Gelek mirovên li ser vî sînorî jiyana xwe ji dest dan. Niha dixwazin çûn û hatinê asteng bikin û gelan ji hev qut bikin." (mae)