Hevşaredarê Hênê hat girtin 2016-09-30 09:48:26 AMED (DÎHA) - Hevşaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu û welatiyê bi navê Îsmaîl Yalimkaya yên 22 roj in di bin çavan de bûn hatin girtin. Hevşaredarê Hênê ya Amedê Abdurrahman Zorlu jî di nav de 7 kes di 8'ê îlonê de hatin binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Amedê derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyan Zorlu û 6 kesên din bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Hevşaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu û welatiyê bi navê Îsmaîl Yalimkaya bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Yuksel Aktay, Yusuf Ozçevîk, Mehmet Topkaya, Hasan Topkaya û Murat Çalî hatin berdan. Zorlu û Yalimkaya birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. (sa)