Waliyê Rihayê hemû şaredariyên DBP'î yên Rihayê desteser kir 2016-09-30 10:39:23 RIHA (DÎHA) - Li Rihayê piştî Şaredariya Pirsûsê hat desteserkirin, Waliyê Rihayê li gorî biryara KHK'êya OHAL'ê qeyûm tayînî şaredariyên Wêranşar, Heweng û Xelfetiyê jî kir û şaredarî desteser kirin. Îktîdara AKP'ê piştî li gorî KHK'ê ya OHAL'ê qeyûm tayînî 25 şaredarân DBP'ê kirin, niha jî Waliyê Rihayê li gorî xwe qeyûm tayîn kir. Waliyê Rihayê li gorî KHK'ê ya OHAL'ê qeyûm tayînî şaredariyên Wêranşar, Heweng û Xelfetiyê kir. Waliyê Rihayê Gungor Azîm Tûna li gorî kêfa xwe kir, qeymeqam tayînî şaredariyan kir. Tûna bi biryareke trajîkomîk îdîa kir, ku şaredarî 'endamên rêxistinê tevlî kar dike' û ev yek weke hinceta biryara xwe nîşan da. Bi vê armancê ji aliyê Buroya Rewşa Awarte ya Bajêr a Walîtiya Tirk a Rihayê ve ji şaredariyên Wêranşar, Heweng û Xelfetiyê yên DBP'yî re nivîseke fermî hat şandin. Di vê nivîsê de hat gotin, "Hemû karên li ser mal, xizmet û avakirinan, îhale û karên di vî warî de, xebatên li gorî Qanûna Îmarê û temamiya biryarên li gorî qanûna bi hejmara 6183'an bên girtin, divê pêşkêşî destûra qeymeqamê navçeyê were kirin û walîtiya me bê agahdarkirin." Di nivîsê de tê xwestin, ku ji niha û pê ve hemû karên şaredariyê di çarçoveya vê fermanê de bên meşandin û ti kêmasî neyên kirin. Piştî ku Şaredariya Pirsûsê ya DBP'yî bi rêya qeyûm hat desteserkirin û Walîtiya Tirk di emel de qeyûm li Wêranşar, Heweng û Xelfetiyê erkdar kir, her çar şaredariyên DBP'yî yên Rihayê, ku vîna gel in, hatine desteserkirin. (mae)