Li Şirnexê çalakiyên hemwext 2016-09-30 11:40:32 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê dijî leşker û cerdevanan çalakiyên hemwext pêk hatin. Li gor agahiyên hatine bidestxistin gelek mirî û birîndar hene. Li gundê Avgamasiya yê Şirnexê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin piştî teqîn rûda pevçûn derketiye. Piştî teqînê gelek ambulans ji Cizîrê ber bi herêmê ve hatin şandin. Li gor agahiyên destpêkê herî kêm cerdevanek miriye û gelek leşker birîndar bûne. Piştî teqînê rêya Dêrgul û Şirnexê ji çûn û hatinê re hat girtin û tevgera helîkopter û leşkeran zêde bû. Her wiha li gundê Xarê Sarê yê girêdayî navenda Şirnexê jî li noqteya lêgerinê ya leşkerî jî pevçûn derket. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin li vir jî leşker û cerdevanên jiyana xwe ji dest dayîn û birîndar bûyîn hene. (kom/no)