Kurdî-Der a Mêrsînê rêveberiya nû diyar kir 2016-09-30 14:37:55 MÊRSÎN (DÎHA) - Kurdî-Der a Mêrsînê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Kurdî-Der a Mêrsînê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li avahiya komeleyê pêk anî. Hevşaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk, ÎHD, rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan, endamên KJA'yê û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Li salonê pankarta "Zimanê me rûmeta me ye" hat daliqandin. Piştî hilbijartina dîwanê kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Ji mamosteyên Kurdî-Derê Selahattîn Çam axaftina vekirinê kir û bal kişand li ser girîngiya perwerdehiya zimanê dayikê û got ku divê hemû kes zimanê dayikê hînî zarokan bike, wan bi zimanê kurdî perwerde bike. Çam anî ziman ku zimanê kurdî li dijî pêkûtiyan li ber xwe daye û cewherê xwe parastiye. Piştî axaftinan raporên xebat û aboriyê hatin xwendin û hatin erêkirin. Piştre di hilbijartina hat kirin de Hulya Çir û Mehmet Emîn Aksu wekî hevserok hatin hilbijartin. (sa)