Girtiyên 'jimara leşkerî' nedan hatin derbkirin 2016-10-01 09:03:00 HATAY (DÎHA) – Li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê, 5 girtiyên siyasî ji ber bi nîzama leşkerî jimarî nedan, ji aliyê 30-40 gardiyanî ve hatin derbkirin. Li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê, girtiyên siyasî yên bi navê Mehmet Ali Cintan, Çagdaş Dogan, Beşir Danis, Ali Okutan û Veli Çelik, sibeha 27’ê îlonê ji aliyê 30-40 gardiyanî ve hatin derbkirin. Parêzer Alî Bozan ê ku îro çû Girtîgeha Tîpa T a Hatayê, diyar kir ku, wî bi Çagdaş Dogan û Alî Okutan re hevdîtin pêk aniye û got girtiyan diyar kiriye ku ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin. ‘Li cihê ku kamera lê tune bûne hatine derbkirin’ Bozan diyar kir ku, di 26’ê îlonê de dema girtî ji bo jimariyê ranebûne ser piya, gardiyanan ji wan xwestiye rabin ser piya û jimariyê bidin. Bozan diyar kir ku, girtî ev pêkanîn qebûl nekirine û li ser vê kêliyekê di navbera girtî û gardiyanan de munaqeşe derketiye û girtiiyan ji gardiyanan re gotiye, “heke we bivê zabitnameyê binivîsin” û gardiyanan zabitname nivîsandiye. Bozan anî ziman ku roja din sibeha 27’ê îlonê saet di 08.20’an de 30-40 gardiyanî bi ser qawîşê de girtine û girtiyan birine odeyeke ku kamera lê tune bûne û girtî li vir ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin. ‘Gilî heye, lê tiştek hatiye kirin an na nediyar e’ Bozan ragihand ku girtî serî li dozgeriyê dane û gilî kirine û got, lê der barê giliyê de nehatiye zanîn ku tiştek hatiye kirin an na. Bozan da zanîn ku piştî derbkirinê girtî derxistine revîrê û wiha got, “Li revîrê şopên derban şandî bijîşk dane, lê belê nizanin ku li raporê hatiye nivîsandin an na.” ‘Hîn jî şopên derbê hene’ Bozan dest nîşan kir ku dema wî bi her du girtiyan re hevdîtin pêk aniye, wê demê jî şopê derban dixuya û wiha got, “Li destê çepê û milê rastê yê Alî Okutan bi awayekî aşkere şopên derban hebûn. Her wiha piştî van derbeyan, du caran îdrara wî bi xwînî hatiye.” Bozan diyar kir ku li bedena Çagdaş Dogan jî şopên derban hebûn û got, çavê Dogan ê çapê reş bûye lê derbas bûye, lê belê li bin çonga wî ya rastê şûna derban hebûye. ‘Heke pêşî lê neyê girtin dê tiştên talûketir xwe bidin der’ Bozan diyar kir ku Girtîgeha Tîpa T a Hatayê nû vebûye û li Yayladagiyê ye û dest nîşan kir ku ev pêkanîn bi tena serê xwe sepandinek e. Bozan anî ziman ku jimariya bi nîzama leşkerî derhuqûqî ye û got, “Heke 30-40 gardiyan bikevin qawîşa girtiyan û wan derb bikin û heke der barê van gardiyanan de tu kiryar xwe nedin der, dê di pêşerojê de ev talûketir bibe.” ‘Pêwendiya girtiyan bi cîhanê re tune ye’ Bozan diyar kir ku bi tu awayî pêwendiya girtiyan bi cîhanê re tune ye û got, radyo, televîzyon û rojnameyê nadin girtiyan û wiha axivî, “Dema min ev ji gardiyanan pirsî, diyar kirin ku girtîgeh nû ye ji bo vê nadin wan.” ‘Kurê min û hevalên wî hatin îşkencekirin’ Bavê Mehmet Alî Cîntab, Omer Cîntan, got wî bi kurê xwe re hevdîtin pêk aniye û diyar kir ku li qirik û zenda kurê wî birîn û reşbûyîn hebûye û anî ziman ku rojê 30 gardiyan bi ser qawîşan de digirin û êrîşê girtiyan dikin. Cîntan got, girtî rastî îşkenceyên dermirovahiyî tên û ev îşkenceyên li girtîgehan bi awayekî sîstematîk tên kirin. Her wiha rêveberên Şaxa ÎHD’a Hatayê jî serdana Girtîgeha Tîpa T a Hatayê kirine û xwestine bi rayedarên girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin, lê belê bo wan hatiye gotin ku ji rayedaran kes tune ye û ji ber vê hevdîtin pêk neanîne. Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, lê telefona wan tim meşgûl lê dixist. (red)