Qeyûmê alîkariyên ji bo gel hatibûn berhevkirin desteser kir 2016-10-01 09:07:31 MÊRDÎN (DÎHA) – Qeyûmê deriyê depoya şaredariyê ya ku Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojavayê, ku ji bo gelê Nisêbînê yê ji ber qedexeya derketina derve avahiyên wan hatibûn rûxandin berhev kiribûn û lê bi cih kiribûn, qefiland. Her wiha sazî, li gel hemû astengiyan jî alîkariyê dikin û digihînin gel. Qeyûmê, li Nisêbîna Mêrdînê deriyê depoya şaredariyê ya ku Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojavayê û Partiya Demokratîk a Gelan ji bo niştecihên navçeyê berhev dikir û li vê depoyê bi cih dikir, qefiland. Hevserokê HDP’a Nisêbînê Ferhat Kût, diyar kir ku qeyûmê ku hatiye tayînkirin bi xwe re zilm bo gel aniye û Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok jî, diyar kir ku li gel hemû astengî û çewisandinan jî ew dê xebatên xwe yî alîkariyê bidomînin. '3 depoyên alîkariyê yên ku li ber belavkirinê bûn hatin girtin’ Hevserokê HDP’a Nisêbînê Ferhat Kût, diyar kir ku li Nisêbînê gelên ku malên wan li taxên qedexekirî ne rojên dijwar derbas dikin û li dijî qeyûma ku alîkariyên ji bo gel hatibûn berhevkirin astengkiriye bertekên xwe nîşan da. Kût ragihand ku 3 depoyên alîkariyên yên li ber belavkirinê ji aliyê qeyûmê ve hatine desteserkirin û wiha got, “Komeleya Rojava jî di nav de, sê bankeyên me yî erzaqan ên girêdayî şaredariyê hebûn. Ji ber zivistan hat, me betanî û mînderk jî berhev kirin. Piştî qeyûm hat tayînkirin, ev alîkarî jî desteser kirin.” 'Qeyûm, bi xwe re zilm anî’ Kût da zanîn ku, komîsyonên ku li taxan xebatên xwe dikin jî gelek caran rastî girtin û binçavkirinan tên û wiha axivî: “Ev pêkûtî hemû, xebatên me rawestandin. Qeyûm, bi xwe re bo mirovên zehmetiyan dikêşin û li kuçeyan mane, zilm anî. Zivistan tê. Mirovên ku malên wan hatin rûxandin, di zivistanê de ne betaniyeke wan û ne jî mînderek wan heye.” Kût, bang li her kesî kir, da berî zivistan bê alîkariya gelê Nisêbînê bikin. '11 hezar kesî ji me daxwaza alîkariyê kir’ Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok jî diyar kir ku 11 hezar malbatî ji wan daxwaza alîkariyê kiriye û wiha got, “ Belê, ev tenê ne ji bo alîkariya zexîreyî, di forman de me bi her awayî cih daye her cure pêdiviyî. Çimkî ji wan gelek jê bê avahî ne. Ji xwe pirsgirêka herî lezgîn jî, ya avahî û hêwirandinê ye. Di vê çarçoveyê de me di bin banê şaredariyê de hin komîsyon avakirin. Ji komîsyonên belevakirina zexîreyî heta yên înşaatê, ji yên avahiyên kirê heta yên Malbata Xwebiratiyê û heta yên huqûqê. Me xwest em bi her awayî bo pêdiviyan bibin bersiv û me xebatên xwe di vî warî de dikirin.” 'Avahiya şaredariyê nebe jî em dê li kuçeyan karê xwe bikin’ Kok anî ziman ku, li taxên ku li derveyî qadên qedexekirî avahiyên wan ên kêm xesar dîtine hatine tespîtkirin û hejmara van avahiyên xesardîtî 550 heb in û ji van avahiyan, wan li gor derfetên xwe tadîlata 150 hebî kiriye. Kok, dest nîşan kir ku bi hatina qeyûmê re ev xebatên wan jî hatine rawestandin û wiha got, "Ya ku em dikin, piştî hatina qeyûmê ew e ku heta ji destê me bê em van xebatan bi derengî nexin. Niha em bi xwe jî mal bi mal serdana welatiyan dikin, û bi vî awayî em rewşa wan bêtir fêm dikin û li gor wê alîkariyê digihînin wan.” 'Rîska xerabûna zexîreyên ku hatine desteserkirin heye’ Kok, ragihand ku depoya şaredariyê ji bo Komeleya Rojavayê bes ji bo berhevkirina alîkariyan dihat bikaranîn û got, alîkariyên ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dihatin jî li vê depoyê dihatin bicihkirin. Kok dest nîşan kir ku, di depoya ku piştî tayîna qeyûmê hat girtin de, gelek malzeme hene û wiha axivî: “Dema qeyûm hat jî, di depoya me de malzemeyên aîdî Şaredariya Bajarê Mezin hebûn. Ji bo wergirtina wan, Şaredariya Bajarê Mezin du caran bi awayekî fermî serlêdan kirin. Heta niha tu encam nehatiye wergirtin. Lê belê dîroka bikaranîna dawî ya van malzemeyan heye. Ji ber ku di depoyê de amûrên cemidandinê tune ne, rîska xerabûna van malzemeyan zêde ye.” 'Em ê wek berê alîkariyê bidomînin’ Kok, diyar kir ku ji bo bicihanîna pêdiviyan ew dê xebatên xwe yî alîkariyê bidomînin û wiha got, “Karên şaredariyî, bes ne xizmeta teknîkî ye. Li vir hilbijartin girîng e, îrade girîng e. Em dê heta dawî xwedî li vê derkevin. Em dê wek berê alîkariyên xwe bidomînin. Em dê derfetên di dest xwe de hemûyan bi kar bînin û em dê alîkariyê bigihînin welatyên xwe yî mexdûrbûyî.” (red)