Xebatkarên Van TV ji hewşa avahiyê derxistin 2016-10-01 13:14:10 WAN (DÎHA) - Xebatkarên Van TV û Dogu Radyo ku piştî radyo û televîzyona wan hat girtin, li avahiya televîzyon û radyo nobet girtin, rastî erîşa polîsan hat. Polîsan bi zorê xebatkarên radyo û televîzyonê ji baxçe derxistin. Îktîdara AKP'ê di çarçoveya zagonên KHK'ê ya OHAL'ê de di 28'ê ÎLonê de der barê 11 radyo û 12 qanalên televîzyonan de biryara girtinê dan. Piştî Ozgur Radyo, SES Radyo, Radyo Dunya, Karacadag Radyo, Ozgur Guneş Radyo, Dogu Radyo, Jiyan Tv, Van Tv, Haatin Sesî tv, Zarok TV. Tv10, Azadî Tv hatin girtin, mohr li deriyê wan hat xistin. Xebatkarên Radyo Dogu û Van Tv ku radyo û televîzyona wan hat girtin li baxçeyê avahiya televîzyonê ya li taxa Suphanê ya Artemetê nobet girtin. Piştî xebatkarên radyo û tv dest bi nobetê kirin polîsan bi maşîneyên zirxî avahî dorpêç kir û êrîşî xebatkaran kir. Polîsên ketin baxçe bi zorê xebatkarên radyo û televîzyonê bi baxçe derxistin. Nobeta xebatkarên radyo û televizyonê li dervê avahiyê bi ziyaretan didom. (mae)