Girtina radyo û televîzyonan hat protestokirin 2016-10-01 15:52:14 AGIRÎ/MÛŞ - (DÎHA) - Endam û rêveberên DBP û HDP'ê yên Agirî û Mûşê girtina radyo û televîzyonên muxalif şermezar kirin. Rêxistina HDP û DBP'ê yên Agirî biryarên KHK'ê ku di çarçoveya OHAL'ê de der barê radyo û televîzyonên hatin girtin de da şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê Olcay Ozturk, diyar kir ku biryara girtina televîzyon û radyo li dijî heq û hiqûqê ye û şermezar kir. Ozturk, diyar kir ku radyo û televizyonên kurd, elewî û demokratan ji aliyê serokwezîrtî û TURKSAT'ê ve hatiye girtin û bi vê yekê jî têr nebûn mal û milkê wan desteser kirin. Ozturk, bang li hemû saziyên çapemeniyê kir û xwest li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. HDP û DBP'ê li Mûşê jî girtina radyo tv'yan şermezar kir Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mûşê jî bi heman armancê li Qada Şaredariyê daxuyanî da û girtina radyo û televîzyonan şermezar kir. Li gel endam û rêveberên HDP û DBP'ê gelek welatî jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê DBP'ê yê navçeya navendî Şemsettin Şahin, diyar kir ku AKP'ê bi armanca dengê kesên muxalif qut bike OHAL îlan kir û piştî OHAL'ê biryarên KHK'ê xist meriyetê. Şahîn, destnîşan kir ku bi taybetî girtina Zarok TV bi tu awayî nayê qebûlkirin. Şahin, destnîşan kir ku girtina çapemeniya azad û muxalif qutkirina dengê cuda ye û li diji hiqûq û demokrasiyê ye û ew vê yekê qebûl nakin. (mae)