Li Mêrsînê karkerekî jiyana xwe ji dest da 2016-10-01 17:08:07 MÊRSÎN (DÎHA) - Li Mêrsînê karkerê siwaxê bi navê Kiyasettîn Boyram ku ji qeta 10'emîn a avahiya 11 qet ket jiyana xwe ji dest da. Li taxa Yenî ya navçeya Mezîtliya Mêrsînê karkerê siwaxê dema ku kar dikir ji qeta 10'emîn a avahiya 11 qet ket xwarê. Li ser hemû hewldanên ekîbên tenduristiyê Boyram jiyana xwe ji dest da. Derbarê buyerê lêpirsîn hat vekirin. (no)