Li Hesekê, boyî xwînê banga lezgîn 2016-10-03 22:42:44 HESEKÊ (DÎHA) – Li Hesekê piştî êrîşa li dijî dawetê, rayedarên hemû nexweşxaneyên Hesekê boyî birîndaran bi awayekî lezgîn banga xwînê kirin. Li Rojavayaê Kurdistanê, li Taxa Salahê ya Hesekê ya Kantona Cizîrê saet li texma 21.00’an de li dijî eywaneke dawetê êrîşeke întiharî pêk hat. Hat diyarkirin ku di êrîşê de gelek kesî jiyana xwe ji dest daye, û gelek kesên birîndar jî rakirine nexweşxaneyan. Rayedarên nexweşxaneyan, ji bo birîndaran bi awayekî lezgîn banga xwîndayînê kirin. (red)