Welatiyên Merîwanê li dijî rayedarên rejîmê dest bi çalakiyê kirin 2016-10-04 11:12:47 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Welatiyên bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê li hemberî xemsariya berpirsên rejîma Îranê ya li hember xirabûna rêya sereke ya di navbera Merîwan û Sine dest bi çalakiyê kirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê welatiyên li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê li hemberî xemsariya berpirsên rejîma Îranê ya li hember xirabûna rêya sereke ya di navbera Merîwan û Sine li ber avahiya Walîtiya Merîwan kom bûn û dest bi çalakiyê kirin. Beriya niha jî welatiyan li hemberî xemsariya rayedarên rejîmê kampanyaya îmzeyan dabûn destpêkirin û di encamê de 5 hezar îmze hatibûn komkirin. Çalakvanan bang li hemû welatiyên herêmê kirin ku tevlî çalakî û kampanyaya wan a komkirina îmzeyan bibin û êdî destûr nedin tu welatî bibin qurbanê vê rêya xirab a navbera Merîwan û Sineyê de. Hefteya bihurî roja Sêşema ji ber teqîna tangerek petrolê ya li ser rêya Merîwan û Sineyê, 7 wesayitên welatiyan şewitîn û gelek kesan jî jiyana xw eji dest dabûn. (mb)