'Ev biryar li dijî nirxên mirovahiyê ye' 2016-10-04 14:50:08 ENQERE (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî girtina televîzyon û radyoyan rexne kir û diyar kir ku ev biryar li dijî nirxên netewî, mirovî û li dijî hiqûqa demokratîk e. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî bertek nîşanî girtina televîzyon û radyoyan da. Geverî wiha got: "Em wekî siyasetmedarên kurd vê politîkaya dewletê bi tundî şermezar dikin. Bi rastî girtina TV û radyoyan çi şêveya nayê qebûlkirin. Hikûmeta AKP'ê nirxên gelê demokrat û mûxalîf bin pê dike û naxwaze gelên ku demokrasiyê diparêzin bibin xwedî maf." Geverî diyar kir ku ev pêngava ku dewletê avêtî ne li hemberî siyaseta kurd, partî û rêxistinekê ye û wiha got: "Dewlet bi awayekî aşkera li hemberî gelê kurd, demokrat û mûxalîf siyasetekî dijmirovî dide meşandin. Armanca dewletê ew e ku yên dijî wan difikirin dengê wan qut bike. Bi salan e gel li ber xwe dide û mafê xwe yê demokratîk dest bixe." 'Gelê kurd tenê azadiyê dixwaze' Geverî da zanîn ku armanca gelê kurd azadiyê û axaftina xwe wiha domand: "Em hemû dizanin ku gelê kurd tenê azadiya xwe ji dewletê dixwaze. Lê dewlet şûna ku azadiya vî gelî bide, li hemberî gel êrîşên xwe yên faşîzan didomîn e. Gelê kurd ne tiştên mafê xwe yê rewa ji dewletê dixwaze." 'Keda gelê kurd tune hesibandin' Geverî bal kişand li ser bi kar anîna zimanê zikmakî û wiha pêde çû: "Bi salan e gelê kurd ji bo bi kar anîna zimanê dayikê kedên mezin dan û çend qanal û radyoyên ku zimanê kurdî weşanê dike ava kirin. Lê dewletê di navbera hefteyekê de ev keda gelê kurd tune hesiband û televîzyon û radyoyên gel mohr kirin û girtin. Lê bila her kes bizane ku gelê kurd li hemberî vê siyaseta dewletê ya faşîzan serî natewîne." 'Hikûmet bi darê zorê mafê gel ji destê wan distîne' Geverî destnîşan kir ku mafê gelê kurd ne bi qanûnan bi darê zorê ji destê wan tê stendin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Niha hikûmetek rabûye û mafê gel bi darê zorê ji destê wan distîne. Ger hûn li gorî qanûnên navneteweyî û qanûnên xwe tev'bigerin divê ne hûn gelê Tirk û Kurd mafê we ji destê we bistîne. Ji ber ku ne gelê kurd yên ku bêrêziyê dikin hûn in." 'Gel dê van politîkayan berovajî bike' Geverî herî dawî ev tişt gotin: "Çawa ku hikûmeta 12'ê îlonê qanûn li gorî xwe çêkirin niha jî hikûmeta AKP'ê li gorî xwe qanûnan amade dike û li gorî van qanûnên derew mafê mirovahiyê bin pê dike. Ji bona vê jî em wekî siyasetmedar vê biryarê red dikin. Em bawer dikin ku ne tenê em hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn dê li hemberî vê zilmê rabe. Her wiha ez di vê baweriyê de me ku gelê xwedî wijdan dê li hemberî van politikayên AKP'ê bertekên xwe yên hişk berovajî bike." (fd/sa)