Hunermendên kurd: Dengê Zarok TV qût nekin 2016-10-04 15:04:38 AMED (DÎHA) - Ji hemû beşên civakê li dijî girtina Zarok TV nerazîbûn û bertek didomin. Hunermendên kurd jî bi peyamên kurt piştgirî û nerazîbûna xwe ya ji bo Zarok TV anîn ziman. Hunermendan wiha got: “Dengê zarokên me Zarok TV qût nekin.” Hemû sazî û dezgehên çapemeniya azad û muxalîf di hedefa êrîşên desthilatdariya AKP’ê de ne. Herî dawî di 28’ê îlonê de di çarçoveya Biryar di Hûkmê de Qanûn (KHK) li ser fermana Serokwezîr di nav de ku Zarok TV jî hebû gelek qenalên televîzyonan ekranên wan hatin reşkirin û dengê radyoyan hat qûtkirin. Piştî ekran hatin reşkirin, polîs û karmendên bacê çûn avahiyên televîzyonan û dest danîn ser mal û milkên televîzyonan. Duh êvarê jî dest danîn ser televîzyona Zarok TV a ku bi kudî weşan dikir û mohr kirin. Hunermendan piştgirî da Zarok TV Ji kêliya ekrana Zarok TV hat reşkirin heta niha piştgirî û xwedîderketin jî zêde dibe. Gelek sazî û welatî çûn serdana Zarok TV û serdana herî watedar jî zarokên dibistana Zarokîstan pêkanîn. Her wiha herî zêde jî li ser tevna civakî piştgiriyek xurt ji bo Zarok TV heye. Zarok TV li ser hesabê xwe yê twîter a bi navnîşana @ZarokTV dîmenên piştgiriya televîzyona xwe parve dike. Ji zarokan heta hunermendên kurd ji bo Zarok TV piştgiriya xwe aşkere dike. Gelek hunermend û nivîskarên kurd ên mîna Mem Ararat, Aslîqa Qadîr, Rojda, Ayfer Duzdaş, Rûgeş, Alî Geçîmlî, Tara Mamedova, Çiya û gelek kesên din li dijî girtina Zarok TV nerazîbûn û piştgiriya xwe bi peyamên dîtbarî yên kurt li ser hesabê twîterê anîn ziman. Peyamên hunermendan wiha ne: "Mem Ararat: Divê Zarok TV neyê girtin û zimanê dayikê di jiyana mirov de gelek cihek girînd digire. Bila zarokên kurdan jî bi zimanê dayika xwe li televîzyonê temaşe bikin. Aslîqa Qadir: Bi nijadperestiyê tu miletek li pêş neketiye û pêş nakeve. Eger ji zarokên kurd bipirsin gelo bersiva wan ê çawa be. Dê bêjin tenê televîzyonek me hebû ew jî girtin. Ayfer Duzdaş: Zarok Tv pêşeroja zarokên me ye. Zarok TV negirin. Rûgeş: "Bila çîroka zarokên me nîvco nemînin. Alî Geçîmlî: Zarok TV, çîrok, ken, xewn û xeyala zarokan e. Xeyala wan tarî nekin. Zarok TV vekin. Tara Mamedova: Zarok bihişta cîhana me ne. Zarok TV dilxweşiya me hemûyan e. Zarok TV nayê bêdengkirin. Çiya: Dengê zarokên me û Zarok TV qût nekin. Rojda: Bila zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin. Bila zarokên me bi zimanê xwe temaşe bikin. Dengê zarokên me qût nekin." (bg/mae)