Zarokîstan zarokan ji pişaftinê rizgar dike 2016-10-05 13:23:57 AMED (DÎHA) - Qrêşa Zarokîstana Xalxalok ku bû du sal xebatên xwe dimeşîne rastî eleqeyeke mezin tê. Malbatên zarokên wan li Qreşê perwerdehiyê dibînin, derbarê pêşketina zarokan û Qreşê de nêrînên xwe anîn ziman. Zarokîstana Xalxalok a di bin banê Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dimeşîne bi atolye û perwerdehiya kurdî ya xweza, dîrok, bîrkarî, trafîk, werzîş, çand û hûnerê dide rastî eleqeyeke mezin tê. Qrêşa Zarokîstana Xalxalok sala par hatibû vekirin û di destpêkê de 120 şagirtan perwerdehî didîtin. Serkeftina Qrêşê ya perwerdehiyê bû hinceta hejmara polan ya 20 kesan, ji ber eleqeya mezin ji bo her polê 200 malbatî serî lê dan. Eleqeya herî zêde jî ji ber ku li polan perwerdehiya zimanê zikmakî tê dayîn e. Malbatên zarokên ku li Qreşê perwerdehiyê dibînin, ji perwerdehiya tê dayîn kêfxweş in û daxwaz dikin ku dibistanên ku bi zimanê zikmakî perwerdehiyê didin zêde bibin. Malbat ji Qrêşê dilxweş in Dayika Fîkrî Amed Ozgen ê li Zarokîstana Xalxalok perwerdehiyê dibîne Gulîzar Ayyildiz Ozgen diyar kir ku li malê bi zimanê zikmakî tam bi zarok re nediaxivî û wiha got: "Piranî perwerdehiya zimanê zikmakî bû sedema pêşketina Amed ya tekakesî. Hewesa wî ya fêrbûnê zêde bûye û niha kêfxweş û dil aram e. Dema diranê xwe firçe dike jî lorîkên kurdî bi lêv dike û dibêje. Li vir çand û hunera kurdî hîn dibe. Êdî Cegerxwîn û Aram Tîgran dinase. Helbestên Aram Tîgran dibêje. Ev yek jî me pir kêfxweş û dilaram dike." 'Fêrî çanda Cegerxwîn û Ehmedê Xanî dibe' Bavê zarokê bi navê Aryen Amed Ozçelîk ku li Zarokîstana Xalxalok perwerdehiyê dibîne, Mehmet Emîn Ozçelîk jî diyar kir berê ji ber Qreş nû bû û ne xwediyê tecrûbeyeke mezin bû dil nerihet bûye wiha domand: "Piştî ku min Aryen şand Zarokîstana Xalxalok, gûherîna pê re min dît şûn de, min ji xwe re got zarokê min li vir çand û hunera xwe hîn dibin. Li vir hunera kedkarên mezin ên weke Cegerxwîn, Ehmedê Xanî hîn dibin. Zarokê me qet stranek nizanibû, lê niha bû xwediyê repertûareke mezin. Stranên me qet nebihîstibû Aryen jiber dibêje. Bi xêra stranên ku dibêje, hin gotinên ku qet me nebihîstiye em jî jê hîn dibin. Bi vî awayî li Qreşê gelek beşên çand û hunerê hîn dibe." Aram fêrî kirmanckî dibe Diya zarokê bi navê Berat Aram Aslan li Qreşê di pola zaravayê kirmanckî de perwerdehiyê dibîne, Hêvîdar Aslan jî diyar kir ku berî zarokê wan li Qreşê dest bi perwerdehiya kirmanckî bike tenê fêm dikir û got ku lê niha zarokê wan êdî dikare xwe bîne ziman. Aslan destnîşan kir ku dema kurê wê di serê ewil de bi mamosteyê xwe re bi kirmanckî diaxivî ne dilrehet bûye û got ku di nava demê de kurê wê elimî ziman û niha xwe baş tîne ziman. Aslan da zanîn ku ew ji Qrêşê pir memnûn in û got ku ew daxwaz dikin ku li her qadê di warê çand, hûner û ziman de xizmet bê dayîn. (bg/mb)