'Şerê Tirkiye-Îranê li ber derî ye: Îhtîmal ji 70’ê ye’ 2016-10-08 09:17:12 ENQERE (DÎHA) – Rojnameger Husnu Mahalî diyar kir ku, Tirkiye li Sûriye û Iraqê polîtîkayeke mezhebî dimeşîne û beriya operasyona Mûsilê li dijî şîiyan xwe bi cih kiriye û wiha got, “Sûudî Erebîstan û Katar ên ku berê Seddamî li dijî Îranê xistin şer, niha dixwazin Tirkiyeyê û Îranê bera hev bidin. Heke Tirkiye dev ji van polîtîkayên xwe bernede, ez dibêm îhtîmal ji sedî 70’ê dê şerê Îran-Tirkiyeyê pêk bê.” Li Sûriyeyê şerê navxweyî yê ku ev 5 sal e didome û geşedanên bi vî şerî xwe dan der, amadekariyên li operasyona li dijî Mûsilê, Rojhilata Navîn ber bi aliyekî nû ve hêl dike. Geşedanên ku bi awayekî herêmî û kûreyî bandorê li ser hevsengan dikin, tifaqiyan dirûxînin, lê tifaqên nû ava dikin. Dê bi operasyona Mûsilê re kevir hêdî hêdî li cihê xwe rûnên. Ji ber vê ye ku operasyona Mûsilê, ji asta rizgarkirina bajarekî ya ji xetereya DAIŞ’ê wirdetir gelek tiştan îfade dike û niha li qadê hêzên ku hem bi wekaletî daxilî şer bûne û yên rasterast şer dimeşînin, dê li gor vê, pozîsyona xwe diyar bikin. Meseleya Başîkayê jî ji ber vê ye. Ji ber vê Tirkiye bi awayekî restê li Hikûmeta Iraqê dikşîne û heta wek “eyaleteke” girêdayî wê be polîtîkayên ku bi tu awayî li teamulên dîplomatîk nayên dimeşîne. Mahalî: Di navbera Tirkiye û Îranê de îhtimala şerekî heye Pisporê Rojhilata Navîn Rojnameger Husnu Mahalî dest nîşan kir ku, hemû polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Iraq û Sûriyeyê “bi temamî mezhebî ne” û wiha got: “Di bingeha hemû polîtîkayên Tirkiyeyê de, polîtîkayên mezhebî hene. Tevî Katar û Sûudî Erebîstanê kirin. Li Sûriyeyê, li dijî elewiyan kirin, ji ber Esad elewî ye, wî bi dîktatoriyê tawanbar kirin. Niha jî li Iraqê behsa şîiyan dikin û bi awayekî aşkere tînin ziman ku naxwazin ew çalak bibin.” Mahalî balê kişand ser gotinên Tirkiyeyê yên wek “Em naxwazin demografiya Mûsilê biguhere” û wiha bertek nîşan da: “Dibêjin, ‘Hikûmeta Iraqê bi tena serê xwe nikare biryarê bide. Biryara Parlementoya Iraqê nayê qebûlkirin, Iraqê temsîl nake.’ Gelo kî Iraqê temsîl dike, hûn temsîl dikin?” Mahalî wiha berdewam kir: “Du sedemên vê hene; meraqdarê Osmanliyê hene û xeyalê osmanîtiyeke nû dikin. Ya duyemîn, polîtîkayên berjemendiya herêmî. Li Mûsilê mutefîkên Tirkiyeyê, Tarik Haşîmî, eşîretên sunî ne. AKP endamên wan perwerde dike. Mutefîkê wê yî duyemîn jî Barzanî ye. Di salên 90’î de tevî Barzanî li dijî PKK’ê şer kirin. Niha jî li dijî PYD’ê eniyeke hevpar ava kirine. Li Başîka, Bamernê binkeyên wan hene. Li Başûrê Kurdistanê, li 15 noqteyan binkeyên wan î leşkerî hene. Di nêv tifaqeke wisa de tevdigerin.” Mahalî yê ku diyar kir ev polîtîka korerê ye û got, “Tiştên xwe didin der, diyar dike ku bê Enqere çiqas ji pêşbîniyê mehrûm e.” Mahalî ji bo polîtîkaya Tirkiyeyê ya li dijî şîiyan jî wiha got: “Tê wateya ku li dijî Îranê li temteman dixe.” Mahalî yê ku got, “Îran vê polîtîkayê qebûl nake” hişyarkirineke cidî kir û wiha axivî: "Katar û Sûudî Erebîstan, Tirkiyeyê sor dikin û dixwazin bi Îranê re şer bike. Ew kesên ku 10 sala Seddamî bi Îranê dan şerkirin, niha jî heman tiştî dixwazin di ser Tirkiyeyê re bikin. Heke Tirkiye dev ji vê polîtîkaya xwe bernede, dê ev AKP û Erdoganî, li dijî Îranê têxin şerekî. Ji ber vê ez dibêm dê ev di navbera Îran û Tirkiyeyê de ceryan bike û veguhere şerekî herêmî û ez dibêim îhtimal ji sedî 70’ê şerek li ber derî ye. Ev talûkeyeke mezin e. Divê Tirkiye dev ji vê polîtkaya xwe berde.” Ozdemîr: Di qetilkirina tirkmenên şiî de piştevan bûn Rojnameger-Nivîskar Mazlûm Ozdemîr ê ku li herêmê bi salan rojnamegerî kir jî heman analîzan dike û dest nîşan dike ku, dibe ku Tirkiye li Mûsûlê hêzên operasyonê bîne hemberî hev. Ozdemîr ê ku paşperdeya dîrokî ya Mûsûlê jî dest nîşan kir û got, ji 1918’an vir ve Mûsil di rojeva Tirkiyeyê de ye wiha got: “Di çarçoveya polîtîkaya Mîsak-î Mîliyê dixwaze wan deran bi dest bixe. Ozdemîr dest nîşan kir ku Tirkiye niha li herêmê ji polîtîkayên nîjadî bêtir berê xwe daye polîtîkayên mezhebî û bi mînaka bajarê tirkmena Telaferê wiha rave kir: “Piştî Telafer ji aliyê DAIŞ’ê ve hat girtin, tirkmenên şiî reviyan an jî hatin qetilkirin û tirkmenên sunî tevlî DAIŞ’ê bûn. Niha Tirkiye jî xwe dispêre vê eniya sunî. Mirov dikare bêje ku li herêmê di derxistina tirkmenên şiî de piştevanî jî kiriye.” Ozdemir ê ku got, “Daxwaza daxilbûna operasyonê ya Tirkiyeyê ne rizgarkirina Mûsilê ye, pêşengtiya eniya sunnî ye” wiha axivî: “Her wiha ji bo hêzên kurd bi taybetî jî hêzên YBŞ’ê yên Şengalê rizgarkirin beşdarî vê operasyonê nebin israr dike. Tu nêzîkatî û rewşeke wê yî ku Mûsilê ji DAIŞ’ê tizgar bike tune ye. Ji ber vê ye ku Îran, Iraq naxwazin Tirkiye di vê operasyonê de cih bigire. DYA jî, gelên herêmê jî naxwazin. Sedema vê jî têkiliyên PDK-Tirkiyeyê ne. Di têkiliyên PDK-Tirkiyeyê de jî, bandora eniya sunî heye. Ji ber vê bihevrebûneke stratejîk heye.” Ozdemîr dest nîşan kir ku, ew pir îhtîmalê nade ku dê Tirkiye di operasyona Mûsilê de cih bigire û wiha got: “Heke Tirkiye beşdarî operasyonê bibe, dê hêza operasyonê lawaz bike. Dibe ku hêzan bîne hemberî hev. Dibe ku nakokiyan zêdetir û kûrtir bike.” Ozdemîr, heverastî nirxandinên rîska şerê Tirkiye-Îranê ya ku Mahalî dest nîşan kir jî wiha axivî: “Rêveberiya Iraqê jî got em ji şerekî herêmî ditirsin. Gotinên Tirkiyeyê yên der barê Iraqê de, li teamulên dîplomatîk nayên.” Ozdemîr, gotinên Pentagonê yên têkildarî meseleya Başîkayê ku fermandarekî wan gotibû jî wiha got: “Divê meriv balê bide daxuyaniya DYA’yê ya li qadê vegot. Daxuyaniyên wê yî din, daxuyaniyên dîplomatîk in.” (red)