'Divê leşkerên tirk anîn ser axa Iraqê bên darizandin' 2016-10-10 11:09:56 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Parlamenterekî Dewleta Yasa ya Iraqê Dr. Ednan Esedî diyar kir ku divê ew kesên destê wan di hatina leşkerên tirk a ser axa Iraqê de heye, bi sûcê xiyaneta mezin bên darizandin. Nerazîbûnên li hemberî anîna leşkerên tirk ji bo ser axa Herêma Feredal a Kurdistan û Iraqê her diçe zêdetir dibe. Iraqê diyar dike ku bi tu şêweyek destê wan di hatina leşkerên tirk a ser axa Iraqê de nebûye. Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê jî di daxuyaniya xwe ya herî dawiyê de diyar dike hatina leşkerên Tirk bi erêkirina Iraqê û alîkar Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Li ser vê mijarê parlamenterê Iraqê ji lîsteya Dewleta Yasayî Dr. Ednan Esedî ji RojNewsê re axivî û nirxandina "Yên ku ji bo hatina van hêzan ser xaka Iraqê bûne alîkar, an jî li hemberî hatina wan bêdeng bûne, pêwîst e li gorî yasayê bên dadgehkirin." Esedî daxuyakirin ku divê ew kesan bên derxistina pêş dadgehê û ji sûcê xiyaneta mezin bên dadgehkirin. Parlamenterê Iraqê ji lîsteya Dewleta Yasa Dr. Ednan Esedî di dwawiya axaftina xwe de wiha axivî: "Bi tu şêweyek destûr nayê dayîn ku leşkerên tirk tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin. Divê hêzên xwe vekişin û lêborîn jî bixwazin.” (sa)