Xwendekarên dibistana wan hat girtin di çalakiyê de ne 2016-10-11 12:18:30 AMED (DÎHA) - Xwendekarên Dibistana Sertayî Ferzad Kemanger ku yekemîn dibistana bi zimanê dayîkê perwerdehiyê dide girtina dibistanê şermezar kirin û daxwaza mafê xwe yê perwerdehiyê kirin. Xwendekarên Dibistana Sertayî Ferzad Kemanger ku yekemîn dibistana bi zimanê dayîkê perwerdehiyê dide bertek nîşanî biryara walîriyê ya girtina dibistanê dan û li bahçeyê dibistanê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Îmam Taşçier û Sîbel Yîgîtalp, nûnerên DBP'ê û mamosteyan piştgirî dan xwendevanan. Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier axivî. Taşçier, diyar kir ku di dibistana ku ev 3 sale perwerdehiya bi zimanê dayîkê tê dayîn de 238 zarok perwerdehiyê dibînin û wiha got: "Dema ev dibistan hat vekirin agahiya walî û perwerdehiya netweyî jê hebû. Mafê milyonan zarokên kurd ê perwerdehiya zimanê dayîkê tê xespkirin. Dema berê ji kesên ku kurdî diaxivîn re ceza dihat birîn, diharin girtin û qetilkirin. Îro jî heman tişt tê jiyîn. Em ê têkoşîna xwe ya maf û hiqûqê bidomînin. Mafê me yê ku em bi zimanê dayîka xwe perwerdeyê bibînin heye." Xwendekarê bi navê Girav Akbulut ku yek ji xwendekarên Dibistana seretayî ya Ferzad Kemangere bi gotinên: "Ez keçek kurd im. Dayîk û bavê min bi zimanê xwe perwerde nedîtin û hatin asîmlekirin. Min di dibistana kurdî de dest bi perwedehiya bi zimanê dayîkê kir. Min û hevalên din xwe bi şens hîs dikir lê ev mafê min ji destê min girtin. Wekî her kesê mafê min ê ku ez bi zimanê dayîka xwe perwerde bibim heye" bertek nîşanî girtina dibistanê da. Piştî daxuynaiyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. (rd-ra/mb)