Ji bo PKK bi fermî bê naskirin pêşnûme da 2016-10-13 14:12:12 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Parlamentera Iraqê Avatûf Nema pêşnûmeyek pêşkêşî hikûmeta Iraqê kir û xwest, li gorî qanûnên Iraqê PKK'ê bi fermî nas bike. Parlamentera Iraqê Avatûf Nema pêşnûmeyak pêşkêşî hikûmeta Iraqê kir. Nema xwest ku hikûmeta Iraqê bi awayekî fermî PKK'ê nas bike. Nema wiha got: "Li gorî qanûnên Iraqê ti hewldan û nêzîkatiyeke PKK'ê ya gefê li ewlekariya Iraqê bixwe, nebûye. PKK di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de serketî bûye. Divê hikûmeta Iraqê, PKK'ê di asta qanûnî de bi fermî nas bike." 'PDK zext li PKK'iyan dike' Nema polîtîkayên PDK'ê yên li dijî PKK'ê rexne kir û wiha got: "PDK li Dihok û Hewlêrê zextê li PKK û dilxwazên wê dike. Nahêle bikevin nava van bajaran. Ji ber vê yekê, divê hikûmeta Bexdayê bi awayekî qanûnî PKK'ê nas bike û bihêle ku PKK li Bexdayê ofîsekê ji xwe re veke." 'Ên ku Tirkiye vexwedine bi dijminê gelê xwe re bûne yek' Nema destnîşan kir, divê yên rê li ber bicihbûna hêzên tirk li xaka Iraqê vekirine, weke xayin bên dîtin û got: "Yên ku Tirkiye vexwendî nava xaka Iraqê kirine û anîne, bi dijminên gelê xwe re bûne yek, li cem dijmin cih girtine û bûne pêlîstoka dijmin." Nema diyar kir, Erdogan dixwaze ji nû ve Împaratoriya Osmanî ava bike, ev yek xewn û xeyalên wî ye û nirxandina "Armanca Tirkiyeyê di şerê Mûsilê de, ne azadkirina Mûsilê ye. Armanca Tirkiyeyê parastina DAIŞ'ê ye. Xuya ye Erdogan wê hê jî DAIŞ'ê bi kar bîne" kir. Avatûf Nema di dawiyê de bang li dewletên navneteweyî kir ku li ber polîtîkayên dewleta tirk bisekinin. (sa)