‘AKP û Erdogan ji hêza siyaseta kurd ditirs in’ 2016-10-14 09:01:45 ENQERE (DÎHA) - Hevserokên DBP û HDP’ê yên Enqereyê bertek nîşanî êrîşên li dijî partiyên wan tên kirin dan û diyar kirin ku sedema êrîşên hikûmeta AKP’ê û Erdogan yên li dijî siyasetmedarên kurd ji tirsa wan a li hemberî hêza siyaseta kurd e. Ev salak e di nav de gelek hevserokên bajar û navçeyan gelek endam û rêveberên partiyên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî di nava hefteyekê de ji bajar û navçeyên cûda nêzî 140 siyasetmedarên kurd ên partiyên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin. Hevseroka DBP’ê Kiymet Temel û Hevserokê HDP’ê yên Enqereyê Îbrahîm Bînîcî di têkildarî êrîşên li dijî partiyên wan tên kirin de ji DÎHA’yê re axivîn û dan zanîn ku her ku diçe hêza siyaseta kurd zêde dibe û ev jî tirsê dixe nav dilê hikûmeta AKP’ê û SerokomarErdogan ji ber vê yekê êrîşî siyasetmedarên kurd dike, binçav dike û digire. ‘Em digihîjin armanca xwe’ Kiymet Temel got ku tu hêz nikarin îradeya siyaseta kurd û gelê kurd bişikîne û wiha axivî: “Dema ku dawiya desthilatdaran tê êrîşê der dora xwe dike û dixwaze yên ku li dijî wan siyasetê dikin bêdeng bike. Lê me ewqas tekoşîn da meşandin û êdî em hêdî hêdî digihîjin armanca xwe. Ji ber vê yekê çi dibe bila bibe siyaseta kurd li hemberî desthilatdariya AKP’ê û Erdogan serî natewîn e.” ‘Hikûmet ji hêza kurdan ditirse’ Temel da zanîn ku desthilatdariya Erdogan di demên dawî de li hemberî siyaseta kurd zêde kiriye û axftina xwe wiha domand: “Di demên dawî de êdî li hemberî siyasetmedarên kurd êrîşên hovane zêde bûn. Li Amed, Wan û Colemêrgê nêzî 140 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin. Dema ku desthilatdarî hovane be, êrîşên wan jî dê wekî wan dijmirovî û hovane be. Lê em dizanin ku sedema wan êrîşan tirsa wan a li hemberî hêza gelê kurd e.” ‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’ Temel da xûyakirin ku dibe ku di pêşerojê de hêj jî êrîş zêde bibin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dibe ku êrîşên li dijî siyasetmedar û gelê kurd zêde bibin. Ya ku dikeve ser milên me jî tekoşîn e. Ger em û gelê kurd bi hev re li hemberî desthilatdariyê têkoşînek mezin bidin meşandin, tu kes nikare hêza me bişikîne.” ‘Zilm û zordariyê dikin’ Temel herî dawî bi van gotinan banga xwedî derketina siyaseta kurd kir: “Di dîrokê de heta niha gelê kurd gelek êş kişand. Lê tu caran li hemberî zilm û zordariyan serî netewand. Siyaseta kurd siyasetekî demokratîk e û ji ber vê yekê desthilatdar tu caran siyaseta demokratîk napejirînin û her tim li hemberî siyaseta demokratîk zilm û zordariyê dikin. Ez banga xwedî derketin û piştgiriya siasetmedarên kurd hem» gelên demorat dikim û bila rabin sr piyan û dakevin qadan wan êrîşan bê encam derbixin. Roj roja xwedî derketinê ye. Ger em bêdeng bimînin dê êrîşên li hemberî me zêdetir bibin.” ‘Hikûmet di siyasetê de astengiya dikişîne’ Îbrahîm Bînîcî jî destnîşan kir ku ev êrîş dawiya AKP’ê û Erdogan bi awayekî zelal nîşan dide û wiha axivî: “Dema ku hikûmetek û serokomarek di siyasetê de tengasî kişandin siyasetên cûda bi kar tînin. Êrîşên ku taybet ev saleke li hemberî siyasetmedarên kurd tê kirin nîşan dide ku hikûmet siyasetê de astengiya dikişîne û naxwaze li welat siyaseta demokratîk bê kirin.” ‘Dîroka kurdan dîrokekî kevn e’ Bînîcî diyar kir ku ji avakirina komarê heta niha gelê kurd hatiye înkarkirin û ev tişt anîn ziman: “Înkar kirina gelê kurd ne înkar kirinekî nû ye. Bi salan e gelê kurd tê înkarkirin û mafê gel ji destên wan tê stendin. Dîroka gelê kurd dîrokekî kevn e. Her civak li gorî nirxên xwe dijî. Bi salane hikûmetên desthilatdar li hemberî gelê kurd bi awayekî dijminahî tevdigerin û hebûna gelê kurd qebûl nakin.” ‘Hikûmeta AKP’ê îflas kir’ Bînîcî got ku êdî siyaseta hikûmeta AKP’ê îflas kiriye û axaftina wiha domand: “Ger mirov lê dinêre siyaseta hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirkiyeyê him derve him jî hundir ber bi îflasê ve diçe. Sedema vê jî parastina yek alî ye. Ger hûn mafê hemû gelan neparêzin hûnê têk biçin û dê dawiya we bê. AKP siyasetek yek alî diparêze û ji ber vê yekê êdî dawiya AKP’ê hat. Divê ku ev jî bê zanîn ew dikarin rojê sed kesî bigirin lê bila bizanin ku dê bi hezaran kes bê şûna wan.” ‘Dewletê tu caran destê gelê kurd negirt’ Bînîcî bi lêv kir ku hikûmet mecbûre dest bi riya çareseriya pirsgirêkan bike û wiha pêde çû: “Gelek riyên çareserkirina pirsgirêkan hene. Rêxistinên kurd gelek caran destê xwe dirêj kir hikûmetên Tirkiyeyê. Lê hikûmetên Tirkiyeyê her tim bi awayekî dijminahî destê gelê kurd negirt û pirsgirêka kurd çareser nekir. Le em hemû dizanin ku gelê kurd êdî xwedî hêz e. Ji ber vê yekê hêza gelê kurd nayê şikandin û hikûmet mecbûr e mafê gelê kurd qebûl bike.” ‘AKP dê biçe lê em ê siyaseta xwe berdewam bikin’ Bînîcî herî dawî ev tişt gotin: “ HDP ü DBP li Kurdistan û Tirkiyeyê siyasetek demokratîk dike. HDP ne tenê partiya kurdan, partiya hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Em girtin û binçavkirinin wan nagtirsin. Gelek tên girtin lê şûna wan zû tê tejikirin. Taybet hikûmeta AKP’ê di nav şaştiyek mezin de ye. AKP jî dizane li hemberî gelên demokrat şaştiuyek mezin dike. Lê ji ber ku dawiyan hat êrîşî siyasetmedarên kurd dike. Ew dê biçin lê em ê wekî partiya gelan heta dawiyê ji bo mafê gelê demokratîk siyaseta xwe berdewam bikin.” (fd/mae)