Di teqîna li Siltanşêxmûs de 3 leşker mirin 2016-10-14 12:46:00 MÊRDÎN (DÎHA) - Li ser rêya Siltan Şêxmûs a navbera Mêrdîn û Amedê de dema maşîna leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat, Di teqînê de 3 leşker mirin. Li ser rêya Gundê Siltan Şêxmûs a navbera Mêrdîn û Amedê de dema maşîna leşkerî ya zirxî derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de 3 leşker mirin. Ji ber teqînê maşîna leşkerî perçe bû. Piştî teqînê gelek ambulans hatin cihê bûyerê û cenazeyê leşkeran rakirin nexeşxaneyên Mêrdînê. Li Wan û Colemêrgê jî teqin pêk hatibûn û 12 leşker birîndar bûbûn. (mae)