Sewqiyata çekan a Tirkiye li Kilisê ket qeydan 2016-10-22 14:58:55 DÎLOK (DİHA) - Sewqiyata çekan a El Nusra ku bi hevkariya Tirkiye dike, li deriyê sînor ê Kîlîsê ket qeydên kamerayan. Sewqîyata çekan a El Nusra, Ahrar-Şam, Nureddin Zengi û Sultan Murat ku bi hevkariya dewleta Tirkiye di sînorê Kîlîsê re derbasî herêma El Nusra dibe ket qeydên kamerayan. Maşîneyên ku sewqîyata çekan dikin li deriyê Sînorê Oncupinarê hat dîtin. Maşîne di sînor re derbasî herêma Ezazê dibin û ji wir jî derbasî herêma DAİŞ'ê dibin. Artêşa tirk tang, top û çekên giran di deriyê sînor re derbasî herêma çeteyên El Nusra û DAIŞ'ê dike. Wêneyê maşîneyên ku bi çekên doşka barkirî anîn QAda Komarê ya Navenda Kilisê û ji wir jî di sînor re derbasî Ezezê kirin. Di wêne û dîmenan de hat dîtin ku li ser çekan bi brandayan hatiye pêçan û veşartin. Çekên ku tên sewqkirin piştre dişînin Herêma Kantona Efrîn û Tel Rifatê bi cih dikin. Li aliyê din gundên Herbel, Şêx Îsa yên herêma Şahbayê didomin. (mae)