Ji polîsan re fermana 'destûr nedin Leyla Bîrlîk bikeve Şirnexê' da 2016-10-22 15:48:36 AMED (DÎHA) - Midûrê TEM'ê yê Şirnexê Haci Murat Dînçer ku bi qetilkirina Haci Lokman Bîrlîk ket rojevê, derket holê ku fermana 'destûr nedin Leyla Bîrlîk bikeve Şirnexê' daye polîsan. Sedema destûr nedayîna Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku bikeve Şirnexê derket holê. Bîrlîk dema ji bo hevdîtinê xwest biçe Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hat asteng kirin û polîsan jêre gotin ku Midûrê TEM'ê yê Şirnexê Haci Murat Dînçer feramana deya wan ji bo ku ew destûr nedin Bîrlîk bikeve bajar. Navê Midûrê TEM'ê yê Şirnexê Haci Murat Dînçer ê ku feraman 'destûr nedin Leyla Bîrlîk bikeve Şirnexê' da polîsan, bi qetilkirina Hacî Lokman Bîrlîk ketibû rojevê. "Amîrê" ku di şeva Bîrlîk hat qetilkirin de navê wî di bêtêla polîsan re derbas dibû hatibû îdîakirin ku Haci Murat Dînçer e. Di 10'ê Nîsanê Roja Polîsan de Serokomar Ergogan ve "xelata serweriyê" dabû Haci Murat Dînçer. (mb)