Qeymeqamê rastî êrîşê hat birîndar bû 2016-10-23 08:11:26 ÇEWLIG (DÎHA) - Li dijî avahiya qeymeqam, Midûryeta Polîsan a navçeyê û lojnamên polîsan ên Dara Hênê êrîşek pêk hat û di êrîşê de qeymeqam Abdullah Koklu birîndar bû, herî kêm 2 polîs mirin û gelek polîs jî birîndar bûn. Li navçeya Dara Hênê ya Çewligê li dijî avahiya qeymeqamtiyê, Midûyeta Polîsan a navçeyê û lojmanên polîsan êrîşek hem wext pêk hat. Di êrîşa ku bi çekên lûle dirêj pêk hat de teqîn rûdan. Her wiha polîsên bi wesayîtên zirxî li kolanan digerin anonsa "bila kesek dernekeve ji derve" dikin. Hat ragihandin ku di êrîşa ku konaxa qeymeqam hedef hat girtin de Qeymeqam Abdullah Koklu birîndar bûye û Koklu bi ambulansê rakirine beşa lezgen a Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê. Hat diyarkirin ku heta niha cenazeyê 2 polîsan û yek jê giran gelek polîsên birîndar anîne nexweşxaneya dewletê ya Çewligê. Her wiha ji navçeyên Çewligê gelek ambulans sewqî navendê hatin kirin û li nexweşxaneyê jî anonsên pêwîstiya bi xwînê tên kirin. Ji navçeya ku ketin û derketina wê hatiye qedexekirin dengê çekan heta demekê bilind bûn. Piştî êrîşê li navçeyê destpêkê ceyran piştre jî xetên înternetê qut bûn. (mb)