Jinan cenazeyê Tagu defin kirin 2016-10-23 09:02:49 ÊLIH (DÎHA) - Cenazeyê Yelîz Tagu yê li çoltera Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê jinan ve li Êlihê hat definkirin. Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Yelîz Tagu (Bêrîtan Çiya) ya di 18'ê cotmehê de li çoltera Mawa ya Sêrtê bi 2 hevalên xwe ve di bombebaranê jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbat û MEYADER'ê ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hate wergirtin û anîn Êlihê. Cenaze di têketina bajar de li girê Serê Qîrayê bi konvoyê ve hate pêşwazîkirin û piştre ber bi Goristana Asrî ve derxistin rê. Dema wecîbeyên olî hatin bicihanîn dirûşmên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê Serokê MEYADER'ê ya Êlihê Şukru Baytar axivî û got ku jibilî berxwedanê tû rê tuneye û wiha axivî: "Dİvê em têkoşîna wan a ji bo me weke mîrate hiştine li cihê ku maye dewr bigirin û bi hevre bidomînin." 'Ji ber ku siyasetmedaran peywira xwe bi cih neanî xwîşka min çû çiya' Birayê Yelîz Tagu, Mesut Tagu yê di merasîma cenaze de axivî jî wiha got: "Xwîşka min digot divê li her derê têkoşîn bê dayîn. Dema ku tevlî têkoşînê bû ji min re gotibû. Niha ez ji vir hemû kesan re dibêjim, ji ber ku siyasetmedaran peywira xwe bi cih neanîn xwîşka min derket çiya. Ji ber vê yekê divê em bihevre têbikoşin." Darbesta Tagu ya bi kesk û sor û zer hatibû pêçan ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û li goristanî bi duayan ve hat definkirin. (sa)