Piştî OHAL'ê girtîgeh kirin îşkencexane 2016-10-23 09:03:33 ENQERE (DÎHA) - Bi îlana OHAL'ê re îşkenceya li girtîgehan zêde bû. Êdî hemû pêkanînên îşkenceya li ser girtiyan wekî rewşek asayî tê dîtin. Li gorî rapor û belgeyan li gelek girtîgehan bi awayekî vekirî îşkence tê girtin û serlêdan li ber çavan nayên girtin. Li gorî ziyaretên parêzeran, raporên parazvanên mafên mirovan û duxuyaniyên malbatên girtiyan zext û pêkanînên li ser girtî û girtîgehan bi îlana OHAL'ê û KHK'yan re derket asta herê jor. Li gorî rapor û daneyan girtiyên nexweş nayên dermankirin. Girtiyên tên sirgûnkirin di lêgerîna tazî re tên derbaskirin. Dermanê girtiyên nexweş nayên dayîn. Girtî ji hemû mafên ragihandinê yên rojname, televîzyon, name û pirtûkan bêpar tên hiştin. Dîsa mafê girtiyan ê telefon, ziyaretên girtî û vekirî tên astengkirin. Leşker û gardiyan her roj bi ser ode û kawîşên girtiyan de digirin û lêgerînê pêk tînin. Dixwazin li ser piyan hêjmarê bidin û li odeyên wan kamera tên bi cihkirin. Girtiyên li dijî van pêkaninan derdikevin rastî cezayê hucreyê tên. Li gorî dane û raporan, tê tiyarkirin ku gelek girtî hêj dozê wan bi encam nebûne tên sirgûnkirin û wan beşdarî rûniştinên dozê nakin û nikarin li dadgehan mafên xwe biparêzin. Dîsa pêdiviyên wan ên civakî yên wekî ava germ, malzemeyên paqijiyê tên astengkirin û di nava şert û mercên herî giran de dijîn. Girtiyên van daxwazan bi riya daxwazname û nameyan bi rayedarên dewletê û parazvanên mafên mirovan re parve dikin jî daxwazên wan li ber çavan nayên girtin û nameyên wan tên desteserkirin. Ji ber odeyên girtîgehan qat duqat zêde bûne gelek girtî necarin li erdê razên. Her çend Wezareta Dadê Bekîr Bozdag bêje "Li Girtîgehan îşkence tune" jî destûr nayê dayîn ku parêzer û parazavanên mafên mirovan vê rewşê lêkolîn bike û girti rastî heqaret, lêgerînên tazî, lêdan û îşkenceya fîzîkî û derûnî tên. Bi taybetî girtiyên siyasî û ji doza azadiya kurd tên darizandin rastî neheqiyên giran tên. Tenê girtî nayên cezakirin, piştî girtî tên sirgûnkirin li gel wan malbatên wan jî tên cezakirin û rastî îşkenceya derûnî tên. Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî ji bo zextên li ser girtiyan zêde bûye û 2 zarok rastî êrîşê hatin û jiyana xwe ji dest dan 13 rojin di çalakiya greva birçîebûnê de ne. Hin zextên li ser girtiyan ên vegeriya ne îşkenceya giran wiha ne: "* Girtiyê li Girtîgeha Şakranê Abdullah Gur ê li Gumgumê di 16'ê Tebaxa 2015'an de di "Qedexeya Derketina Kolanan" de birindar bû û hat girtin, nayê dermankirin. Hemû serlêdanên hiqûqî li ber çavan nayên girtin. * Girtiyên siyasî Serhat Aras, Murat Aydin û Riyad Ahmet ku ji Girtîgeha Îskenderûnê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê ya Îzmîrê hat kirin, li şûna wan di kawişên girtiyên siyasî de bi cih bike, wan di hucreyên di nava girityên edlî de bi cih kirin. * Endama Meclîsa Bajar a Colemêrgê Sîbel Çapraz a di çalakiya 27'e Mijdara 2015'an de ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin û hêj li tedawiya wê xelas nebû hat girtin, ji Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmirê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê kirin û li vir nayê dermankirin. Çapraz ji bo vê rewşê şermezar bike di çalakiya greva birçîbûnê de ye. * Girtiyê nexweşê Koahê Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ji ber du destê wî tune û nexweş e nikare bi serê xwe pêdiviyên xwe bibîne. Aktaş li gel hemû serlêdanan û raporan nayê berdan û nayê dermankirin. Serlêdanên hiqûqî li ber çavan nayên girtin. * Girtiyê siyasî Ferhat Alkay ê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tipa L a Dîlokê hat kirin 5 rojan di yek hucreyê de hat girtin û av û nan nedan wî. Gardiyanan deh rojan bi copan li piyê wî yê bi platin xistin û îşkence lê kirin. * Girtiyê siyasî Yusur Karaaslan ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Dîlokêkirin. Karaaslan şûtî tazî kirin û di lêgerînê re derbas kirin. Destûr nedan ku dayika wî di hevdîtina vekirî de li gel wî rûnê. * Girtiyê siyasî Osman Bozkurt li gel birîna giran li şûna tedawî bikin hebên êşbirê didin wî. * Girtiyêsiyaî Unal Gumuş ê li Nisêbînê birîndar bû û hat girtin, li girtgehê nayê dermankirin. Tê gotin ku piyên Gumuş enfeksiyon girtiye û ger ku neyên dermankirin dê piyê wî bê jêkirin. (mae)