Encu: Dewlet dixwaze Şirnexê bêmirov bihêle! 2016-10-23 09:21:28 ŞIRNEX (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu bertek nîşanî gefên Walîtiya Şirnexê yên ji bo xirakirina konên gel da û got, dewleta destûr neda ew ji bo gelê Şirnexê konteyniran ava bikin, niha jî polîtîkayên xwe yî ku dixwaze mirovan ji bajar derxîne û vala bike xistiye dewrê. Parlementerê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yê Şirnexê Ferhat Encu têkildarî gefxwarina Walîtiya Şirnexê ya li dijî şirnexiyan û çalakiya gireva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê axivî û wiha got: “Li Şirnexê qedexeya derketina derve di roja 224'an de berdewam dike û ji sedî 80'ê wê hatiye xirakirin. Ji dema qedexeyê heta niha malên ku guleyek jî pê neketine jî hatine xirakirin. Ev xirakirin û talankirin di heman demê de êrişeke li dijî îradeya gelê Şirnexê ye. Dixwazin tola hilbijartinê 7'ê hezîran û 1'ê mijdarê hilînin." 'Ji bo ku berxwedana gel bişkînin serî li gefan didin' Encu diyar kir ku, gelê Şirnexê li gel her cure qetlîam û polîtîkayên dewletê axa xwe neterikandiye û axaftina wiha berdewam kir: "Ji bo dewlet berxwedana ku li konan tê meşandin bişkîne serî li gefxwarinê dide. Herî dawî ji bo ku gelê di konan de dev ji konên xwe berdin dem dane wan. Lê belê, li gel vê riyeke çareseriyê jî nîşanî gel nadin. Berevajî vê yekê gefên şewitandina konan li gel dixwin. Dewletê destûr neda Şaredariya Şirnexê, ku avahiyan ji bo gelê Şirnexê ava bike. Ev pêkanîn hemû didin diyarkirin ku, dewlet dixwaze Şirnexê bê mirov bihêle." 'Dewlet di nava qedexeyê de qedexeyê îlan dike' Encu dest nîşan kir ku, Walîtiya Şirnexê di nava qedexeyê de qedexeyek din îlan dike û wiha domand: "Dewlet naxwaze xirakirin û talankirina li Şirnex di qada navnetewî de xwe bide der. Ji ber vê jî di nava qedexeyê de qedexeyê îlan dike. Ji bo ku gelê me di demsala zivistanê de hîn zêde zorî û zehmetiyan nekişîne, em ê bi saziyên sivîl re têkiliyan deynin û hîn berf neketî ser konên wan, em ê qonûtan ji wan re ava bikin. Em ji bo alîkariyê hemû gelê xwe vedixwînin.” 'Ya ku dikeve ser milê me berxwedan e, em ê jî li ber xwe bidin' Encu balê kişand ser çalakiya birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev 14 roj in girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi armanca rakirina qedexeya ku li Şirnexê tê berdewam kirin û dîsa ji bo şermezar kirina şert û mercên li girtîgehê dest bi gireva birçîbûnê kirine. Berxwedan li her qadê berdewam dike. Girtîgeha Şirnexê jî yek ji van qada ye. Hevdîtinên girtiyan bi parêzer û malbatên wan re tên astengkirin. Dewlet rewşa OHAL'ê ji xwe re weke firsendekê bi kar tîne. Ji ber vê yekê ye polîtîkayên xwe yên zilmê û êrişkar li girtîgehan zêde kiriye. Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî yek ji van girtîgeha ye. Herî dawî du zarok jiyana xwe ji dest dan. Pêwîst e em di vê mijarê de xwedî helwest bin. Ya ku dikeve ser milê me berxwedan e, em ê jî li ber xwe bidin." (kom/no/red)