Wekîla AKP’î derewên wekî fîlman amade kir 2016-10-23 09:24:13 SELMAN KELEŞ WAN (DÎHA) - Wekîla berê ya AKP'î ya Wanê Gulşen Orhan li ser malbata Tenlî îfade dabû û ji ber îfadeyê 4 kes hatibûn girtin û rastî cezayê muebetê hatibûn. Derewên Gulşen Orhan ên ku çawa wekî fîlm hatine amadekirin derket holê. Wekîla berê ya AKP'î ya Wanê Gulşen Orhan ku berê navê wê tev li gelek îhale û fesadan bûbû derewên ku li ser malbata Tenlî amade kirin û bû sedena girtina 4 kesan derketin holê. Gulşen Orhan, li ser 4 kesan îfadeyên derew dan û bû sedena ku 4 kesên hatin girtin rastî cezayê muebetê. Mam Tekin Orhan di 7'ê Cotmeha 2007'an de ji aliyê kesê bi navê Engin Tenlî ve hat kuştin. Piştî bûyerê di navbera malbata Orhan û malbata Tenlî de demek dirkêj doza xwînê çêbû. Piştî bûyerê Wekîla berê ya AKP'ê Gulşen Orhan li ser 4 endamên malbata Tenlî îfadeyên derew dan. Gulşen Orhan piştî demekê li Girtîgeha Tîpa M a Wanê bi bersûc Engin Tenlî û birayê xwe Numan Orhan yê ji sûcekî edlî re ket nava têkiliye û herdu girtî ziyaret kirin. Gulşen Orhan bi rêya birayê xwe Numan Orhan ji bersûc Engîn Tenlî xwest ku li ser pêşengê malbata Tenlî Tevfik Yayla, Emrullah Tenlî, Semerhan Tenlî û Nurullah Tenlî îfadeya derew bide û îdîa bike ku ji bo kuştinê bûne alîkar. Gulşen Orhan soza ku Engîn Tenlî ji girtîgehê derxe pereyekî zêde bide û tevî malbatê wî bişîne dervê welat da.Tenlî. Engin Tenlî ev daxwaza Gulşen Orhan qebûl kir û li ser 4 kesan îfadeya derew da. Piştî Engin Tenlî îfadeya derew da, heyeta dadgehê jî li gel ku delîlên şênber tune bû der barê 4 endamên malbata Tenlî de doz vekir û cezayê muebetê birî. Dadger dostên malbata wekila AKP'ê derket Derket holê ku dozger û dadgerên der barê 4 endamên malata Tenlî de biryara ceza dan dostê malbata Orhan derketin. Derket holê ku Wekîl Orhan dem dem bi dadger Tulin Ozkan û Îsmail Sak re hevdîtin kiriye û ev sanaryo hatiye amadekirin. Piştî ku soz pêk nehat derew derketin holê Piştî soza ku Gulşen Orhan dabû Tenlî pêk nehat û 7 sal der bas bûn, bersûc Tenli der barê Orhan de ji Dozgerê Komarê yê Wanê re daxwazname nivîsand û diyar kir ku poşman bûye. Tenlî di 30'ê Adara 2014'an de ji Dozgerê Komarê re daxwaznameya ku ji 2 rûpelan pêk tê nivîsand û senaryoya ku amade kiriye wiha got: “Birayê Wekila AKP'ê ya Wanê Gulşen Orhan Numan Orhan ji sûcekî edlî hatibû girtin û anîbûn Girtîgeha Tîpa M a Wanê. Em li koridoran gelek caran rastî hev hatin. Di hevdîtinekê de ji min re got ‘Gulşen hat dîtina min. Got ji Engîn re bêje ger ku dixwaze xelas bibe bila ji tere bêje ez dê bibim alîkar. Di devdîtinek din de got "Bêje wekîl Gulşen gotiye ez wekîl im. Ez dê pereyekî bidim û û wî derxim dervê welat. Ger ku li ser 4 kesan îfadeya "bûye alîkarên min" bide ez dê wî xelas bikim' Li ser vê soza wekîl min jî îfadeya dedrew da. Ew kesên min li ser wan îfade daye tu eleweya wan û vê bûyerê bi hev tune ye." Dadgerê ku ceza da ji doza Cemaeta Gulen hat girtin Li ser îfadeya bersûc Tenlî malbata Tenlî li dadgehê îtîraz kir, lê îtîraza malbatêli ber çavan nehat girtin. Dostê malbata Orhan dadger Îsmail Sak’ jî piştî hewldana darbeya 15'êTîrmehê ji doza “FETÖ hat girtin. (mae)