Gelo li Dara Hênê bîlanço tê veşartin? 2016-10-23 11:26:29 ÇEWLIG (DÎHA) - Li Dara Hênê ya çalakiyên hemwext pêk hat, çavkaniyên fermî her çiqas îdia kirin polîsek miriye jî li gorê çavkaniyê herêmî herî kêm 6 polîs mirine û gelek polîs jî birîndar bûne. Li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgeê bi şev li ber avahiya qaymeqamiyê teqîn çêbû, piştre jî li dijî lojmanên polîsan û Midûriyeta Polîsan a Navçeyê bi çekên luledirêj çalakî pêk hat. Li navçeyê li pey hev teqîn çêbû, navçe serê sibehê bêdeng bû, polîsan navçe dorpêç kirin. Piştî çalakiyan Waliyê Çewlîgê Selîm Koşger daxuyand ku di teqînê de polîsek miriye, 6 jê polîs 20 kes birîndar bûne. Têkîldarî birîndarbûna Qaymeqamê Dara Hênê Abdullah Koklu de jî tu agahî neda. Li aliyê din çavkaniyên herêmî agahiyên cuda dan. Li gorî agahiyên ji şehidên bûyerê û nexweşxaneyê, di teqîn û şerê qewimî de 6 polîs mirine, gelek polîs jî birîndar bûne. Birîndar li nexweşxaneyên Çewlîg, Dara Hênê û Meletiyê tên dermankirin. (sa)