Hevserokê HDP'ê yê Dersimê hat binçavkirin 2016-10-23 12:02:05 DERSIM (DÎHA) - Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Aslan Çag têkîldarî girtina derabeyan a li Dersimê gazî li emniyetê hatkirin û li vir hat binçavkirin. Li Dersimê piştî ku esnafan derabeyên dikanan girtin, operasyona binçavkirinê ya ku dest pê kir didome. Hevseroka DBP'ê ya Dersimê Huyla Yer, rêveberên DBP'î û esnaf jî di nav de piştî binçavkirina 8 kesan bi şev jî Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Aslan Çag gazî Midûriyeta Polîsan a Dersimê hat kirin. Çag li vir hat binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin ev in: Hevseroka DBP'ê ya Dersimê Hulya Yer, Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Aslan Çag, rêveberên DBP'î Ufuk Sunger, Celal Aydin, Yaşar Ateş, esnaf Vedat Emîr, Serkan Sariataş, Mehmet Çagrı û Şahîn Kuçîn. Telefonên kesên ku hatin binçavkirin hatin desteserkirin, hê jî îfadeyên wan nehatine girtin. Têkîldarî mijarê daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Dersimê ve hatiye dayîn de der barê hevserokên DBP û HDP'ê de gotina "qaşo" bikaranîn bal kişand. Li Dersilê di 16'ê cotmehê de li dijî geliyê Pilêmûriyê bombebaran hatibû kirin û piştî şerê qewimî de 13 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. Li ser vê li bajar hemu esnafan ji bo li dijî polîtîkayên şer nerazîbûnên xwe nîşan bidin di 21'ê cotmehê de derabeyên dikanên xwe girtibûn û li bajar jiyan dabûn rawetandin. Piştî ku gel piştgirî da çalakiyê Serdozgeriya Komarê ket nava tevgerê û der barê esnafên ku derabeyên dikanên xwe venekirin de lêpirsîn dabû destpêkirin. Heman rojê di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Dersîmê ve hatibû dayîn de biryarekî balkêş hatibû girtin û li bajar girtina derabeyan hatibû qedexekirin. (sa)