Li dijî HDP û DBP'ê operasyona binçav kirinê 2016-10-23 12:29:05 ÇEWLIG (DÎHA) - Li navçeyên Çewligê polîsan bi ser avahiyên DBP û HDP'ê de girtin û hevşaredar û endamên PM'ê yên bajar û navçeyan binçavkirin. Piştî êrîşa li hemberî qeymeqemtî û midûryeta polîsan a li navçeya Dara Hênê ya Çewligê polîsan serê sibê bi ser avahiyên HDP û DBP'ê yên li navend, navçeyên Dara Hênê û Kanîreşê de girtin. Di serdegritinê de deriyên avahiyan hatin şikandin û polîsan dest danîn ser pirtûk û posterên di hundir de. Di heman demê de polîsan bi ser malên HDP û BDP'iyan de jî girtin. Di serdegirtinan de Hevserokên HDP'a bajar Zerîn Berdîbek û Mahmut Bozan, Hevserokên DBP'ê yên bajar Zeynep Yurtsever û Feyzulah Şeyhanoglu, Hevserokê HDP' Dara Hênê Alî Yaşar, rêveberê navçeyê Zafer Akçîçek, endamê PM'ê yê HDP'ê Mahmut Demîrel û endamê PM'ê yê DBP'ê Adnan Sari hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Bajar. Her wiha polîsan bi ser Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Çewligê (BUODER) de girtin û destdanîn ser wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yek ji avakarên PKK'ê Sakîne Cansiz û pirtûkên li komeleyê bûn. (mb)