Êrîşa DAIŞ'ê yên li Kerkûkê hatin şikandin 2016-10-23 13:45:43 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Reveberê bajar û bajarokên Kerkûkê Serhed Qadir ragihand ku hemu êrişên çeteyan hatine şikandin. Li gorî nûçeya Roj Newsê çeteyên DAIŞ’ê li sinorê gundê Mela Ebdula, gundê Wadîneft li başûrê Kerkûk û li navenda bajêrê Kerkûk li ser rêya Bexda ji sê aliyan ve êrişî hêzên kurdî kirin. Rêveberê navçe û bajarokên Kerkûkê Serhed Qadir diyar kir uk îro li ser rêya Bexdayê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên pêşmerge de şer derket û di encamê de çeteyên DAIŞ’ê yên êrîş kirin hatin kuştin. Serhed Qadir da zanîn ku çeteyekî DAIŞ’ê li taxa Esrawmefqudîn dîl hatiye girtin û wî çeteyî gotiye ku sê çeteyan xwe di nava çemê Xasedan de veşartine û hêzên pêşmerge ji bo girtina wan çûne wir. Rêveberê navçe û bajarokên Kerkûkê Serhed Qadir got: “Li sînorê gundê Mela Ebdula û gundê Wadîneft çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên pêşmergeyan kirin. Hêzên pêşmergeyan jî çend çete kuştine û ev êrişa wan şikandin.” (mae)