TIR'ên ji aliyê leşkeran ve tên parastin diçin kû? 2016-10-23 13:52:16 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Silopiya 15 TIR di bin kontrola wesayîtên zirxî de ber bi Deriyê Sînor ê Xabûr ve çûn. Li navçeya Silopiya Şirnexê ev demeke dirêj e tevgera û sewqiyata leşkerî zêde bûye. Îro jî herî kêm 15 TIR ku wesayîtên zirxî ji bo ewlehiyê parastina wan dikir ber bi Deriyê Sînor ê Xabûr ve çûn. Kesekî ku bi leşkerên ewlehiya TIR'an digirtin re axivî û nexwest navê xwe bide diyar kir ku barê van wesayîtan hemû amûrên leşkerî ne û ev TIR dê biçin Mûsilê. Dewleta tirk beriya niha jî ji bo çeteyên li Sûriyeyê bi TIR'an çek biribûn û ev yek bi dîmenan derketibû holê. (kom/no)