'Ewlehiya Elewiyan li vî welatî tune ye' 2016-10-23 15:36:51 AMED (DÎHA) - Şaxa Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal a Amedê bi şîara "Werin canan em bibin yek" şahiya aşûreyê pêk anîn. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel beşdarî şahiye bû diyar kir ku li vî welatî ewlehiya elewiyan tune ye. Şaxa Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal a Amedê bi şîara "Werin canan em bibin yek" şahiya aşûreyê pêk anîn. Komeleyê her sal li Cemxaneyê li derve şahî pêk dianî. Lê îsal bi hinceta "ewlehiyê" şahî hat qedexekirin. Komeleyê ji ber qedexeyê şahiya aşûrê li baxçeye cemxaneyê pêk anî. Di şahiyê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken, Wekîla HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredara Rêzan Birsen Kaya Akat, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyên Amedê û gelek nûnerên saziyên civakî amade bûn. Şahî bi pêşandana semahê dest pê kir. Koma Semahê ya Komeleyê derket ser dikê û semah gerandin. Semah bi eleqeyek mezin hat temaşekirin. Piştre dua hat kirin û aşûre hat belavkirin. 'Emê li Sehpayê bibin Pir Sultan, li Dêrsimê bibin Seyit Riza' Serokê PSAKD'ê Cafer Koluman, diyar kir ku dixwazin baweriya wan li wan qedexe bike û wiha got: Dixwazin em bi destûra wan îbadeta xwe bikin. Lê heta niha me ji bo îbadeta xwe destûr ji kesî negirtiye û em ji niha û şûnde jî destûrê ji kesan nagirin. Em dê li Sehpayê bibin Pir Sultan, li Dersimê jî bibin Seyit Rıza. Zilma li Kerbelayê li Şah Huseyîn hat kirin li gel hatiye kirin. Ji bo kerbelayên nû neyên kirin divê hemû elewî bibin yek û xwe bi rêxistin bikin." 'Ger ku ewlehiya welatiyên elewî neyê stendin ev şerm e' Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Fırat Anli jî anî ziman ku mixabin ew xweziya xwe bi sala par tînin û wiha got: "Em dîsa bi kerbelayên nû re rû bi rû ne. Em her dem bi sekna Huseyin li cem başî û qenciyê sekinînin. Çawa ku roja înê ewlehiya cemaweriyê tê girtin divê ewlehiya welatiyên elewî jî bê girtin. Ger ku dewlet ewlehiya elewiyan nagire ev şerm e." 'Li vî welatî ewlehiya elewiyan tune' Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku li vî welatî ewlehiya welatiyên elewî tune û wiha got: "Ji bîr nekin ku li vê axê elewiyan baweriya xwe ya elewîtiyê veşart. Neçar ma ku bi dizî li cemxaneyan îbadeta xwe bike. Ji ber ku li dijî elewiyan nefret pêş xistin. Gotin kuştina elewiyan wacîb e. Ev bi hişmendiya yekperest ve girêdayî ye. Êrîşa ku îro pêk tê li hemberî me hemûyan pêk tê. Li vî welatî ewlehiya elewiyan tune ye. Ji ber ku em elewî ne û em kurd in em rastî êrîşan tên. Mafê me yê jiyanê ji destê me tê girtin. Divê em hemû bi hevre li dijî şer bibin yek û têbikoşin. Di cewherê hemû baweriyan de aştî heye. Wê demê divê em hemû bawerî li dijî zaliman bibin yek. " Zilma Yezîd 1335 salin didome Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken jî anî ziman ku 1335 salin zilma Yezid didome û wiha got: 'Li dijî vê zilmê têkoşîn didome. Li dijî hişmendiya yekpert têkoşîna pir zimanî, pir çandî û pir baweriyê didome. Di pêvajoya çareseriyê de me hemûyan hêviya aştiyê jiya. Di civîna herî krîtîk a Îmraliyê de Birêz Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got: 'Ger ku hûn dixwazin li hemû herêman pirsgirêk çareser bibe divê li vî welatî hemû ziman, çand ûbawerî azad bijîn. Divê hemû di bin mîsogeriya zagonî û Qanûna Bingehîn de bin. Ger ku gotina kurd û elewî di qanûnan de derbas nebe, wê demê li vî welatî azadiya baweriyan û demokrasî tune ye.' Ger ku îro li vî welatî televîzyona elewiyan tê girtin, malên elewiyan tên girtin û tên deqkirin, ev tespîta li Îmraliyê nîşan dide. Ev yek ji aliyê heq ve nayê qebûlkirin. Piştî axaftinan Gulbengeya eşûreyê hat belavkirin. Bi hevre li Yezid nalet hat xwendin. Piştre li sedan welatiyan aşûre hat belavkirin. (mae)