Gerîlayê HPG'ê Alkan li Bazidê bi girseyî hat definkirin 2016-10-23 21:22:50 AGIRÎ (DÎHA) - Gerlayê HPG'ê Şervan Alkan (Şervan Ararat) ê ku di 20'ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dayî li Bazidê bi girseyî hat definkirin. Gerîlayê HPG'ê Şervan Alkan (Şervan Ararat) ê ku di 20'ê cotmehê li navçeya Bazida Agiriyê di serdegirtina polîsan a li malekê jiyana xwe ji dest dabû li Bazidê hat definkirin. Piştî karên barên otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî ya Erziromê malbatê cenazeyê Alkan wergirt û ber bi Bazidê ve ket rê. Parlementerên HDP'ê yên Berdan Ozturk û Dîrayet Taşdemîr, rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê û gelek welatî teclî merasîma cenazeyê Alkan a li goristana navçeyê bûn. Cenazeyê Alkan bi diruşme û tilîliyan hat definkirin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dayîka Alkan, Altin Alkan gotina Serokomar Erdogan a, "Êdî dayîk nagirîn" bi bîr xist û wiha axivî: "Bila êdî ev xwîn were sekinandin. Bila ne dayîkên gerîlayan ne jî dayîkên leşkeran rondikan bibarînin." Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî got ku ciwanên kurd bi berxwedana xwe di dîrokê de cihê xwe girtiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dîrok dê AKP'ê biavêje sergoyê û têkoşîna van ciwanan weke destanan binivîse. Tevgera azadiyê dema xwe ya herî bi hêz dijî, ger yekitî were pêkanîn dê serkeftin a me be. Divê ji bo nifşên nû em vê têkoşînê bilind bikin." Piştî axaftinan girse çû konê sersaxiyê yê ku li taxa Heskîfê hatiye danîn. (no)