Kozagaçli: Kozagaçli: Rêbazên leşkerî yên îşkenceyê xistine meriyetê 2016-10-24 09:02:53 ÎZMÎR (DÎHA) - Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli, diyar kir ku li girtîgehan îşkenceya ku di dema rêveberiya awarte ya leşkerî de ne hatiye kirin niha tê kirin û wiha got: "Ger OHAL bê dirêjkirin dê rewş xiraptir bibe." Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê bi OHAL'a hatiye îlankirin re li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan, îşkence û êrîşên zayendî yên li hemberî girtiyan ji dema rewşa awarte ya leşkerî jî derbas kiriye. Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçuk Kozagaçli, diyar kir ku li girtîgehan îşkenceya ku di dema rêveberiya awarte ya leşkerî de ne hatiye kirin niha tê kirin. Kozagaçli, da zanîn ku li gelek deverên welat binpêkirinên mafan tên jiyîn û pêvajoyek ku bingehên welat dihejîne tê jiyîn û wiha got: "Bi îlankirina OHAL'ê re 40 hezar kes hatin girtin, 80 hezar kes hatin binvakirin û 100 hezar kedkar ji kar hatine derxistin. Ger OHAL bê dirêjkirin dê rewş xiraptir bibe. Ger em mînakek biçûk bidin; Heke kesek 5 rojên destpêkê nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, ev tê wê wateyê ku di nava wan 5 rojan de îşkence li wî tê kirin. Wekî ku qanûn ferman dide hun wî kesî dibin çavdêriya doktoran de di yekîneya tendirûstiyê re derbas nekin û hûn doktor bibin gel wî ev tê wê wateyê ji bo îşkence neyê tesbît kirine." 'Bi ser îşkenceyan de digirin' Kozagaçli, da xuyakirin ku dirêjkirina dema binçavkirinê ya 30 rojan tê waeteya "tehlîkeya îşkencê heye" û wiha pêde çû: "Bêyî ku cih hebe bicihkirina 40 hezar kesî li girtîgehan tê wateya îşkence û binpêkirina maf û azadiya wan kesan. Li hemû cihên welat bi taybet li girtîgehên jinan li hemberî girtiyên jinên ên siyasî êrîşên dijwar hene. Di 40 hezar binçavkirinên nû de hem di bin çavan de hem jî li girtîgehê îşkence li wan tê kirin. Rêbazên îşkenceyê yên ku ev 10 salin li welat nayên dîtin niha ketine meriyetê û ev îşkence tên veşartin." 'Yeketiya Ewropayê dibîne lê mudaxele nake' Kozagaçli, bi lêv kir ku girtî tên tazîkirin, rastî lêdanê tên, rastî îşkenceyên zayendî yên bi çop tên û wiha domand: "Qedexeya name û hevdîtinan a ku didin girtiyan tê wateya ku îşkence zêde bûne. Dewletê bi xwe dîmenên îşkenceyê parve kirin. Ev hemû tiştên ku tên kirin tu aliyên wê yên hiqûqî tune ne. Me serî li Dadgeha Îdarî, Şuraya Dewletê, Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewwropayê (DMME) daye. Konseya Ewropayê û Yeketiya Ewropayê beriya niha derbarê van binpêkirinên mafan de mudaxeleyî Tirkiyeyê ne kirî ye. Ev sazî tiştên tên jiyîn dibînin lê mudaxele nakin." 'Em di pêvajoya tasfiyekirina siyasetê re derbas dibin' Kozagaçli, anî ziman ku dê dinava 3-4 salên pêşiya me de dê ev hemû rêyên darizandinê wekî biryarên binpêkirinan derkevin pêşiya wan û ev tişt gotin: "DMME dê wekî salên 90'î van rojan jî bidarizîne. Dibe ku heta 3-4 salên din îktîdara siyasî lêborînê bixwaze. Lê dê ev kesên ku jiyan xwe ji dest dane şûnde nayîne, êşên ku bi îşkenceyan hatine jiyîn û êşên din nade ji bîr kirin. Lêpirsînên cemaatê ne ji ber sedemên hiqûqî hatine destpêkirin. Îktîdara siyasî ji bo îktîdara xwe xurt bike 3u bixe bin garantiyê vana pêk tîne. Em di pêvajoya tasfiyekirina siyasetê re derbas dibin. Îktîdara siyasî hea xwe di ewlehiyê de hîs neke dê destûr nede tu aliyên muxalif bên avakirin." Kozagaçli, diyar kir ku ji bo îktîdar xwe bi parêze darazê bikartîne û wiha axivî: "Dizanin ku ne li gorî qanûna bingehîn welat birêve dibin. Dizanîn ku mirin, îşkence hene û dê hesabê vê bê xwestin lê niha ji bo wan tişta girîng îktîdar di îktîdarê de bimîne ye û bi rêya referandumê parlamentoyê bi guherin û ji xwe re qadek îktîdarê vekin. Di rastiyê de daraz tune ye." (mb)