Welatiyên Îzmîrê: Heke dixwazin şer bikin bila ew biçin eniyê 2016-10-24 09:05:15 ÎZMÎR (DÎHA) - Welatiyên Îzmîrê diyar kirin ku ew li dijî mudaxaleya Tirkiyeyê ya Mûsilê û sîstema serokatiyê ne û wiha gotin: "Heke dixwazin bila ew biçin eniya şer." Welatiyên Îzmîrê li hemberî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP ya hundir û ya derve û nîqaşên sîstema serokatiyê nerazîbûn nîşandan diyar kirin ku ev polîtîkayên ku divê pêk neyên. Welatiyê bi navê Ozan Kose bal kişand li ser plana êrîşa li ser Mûsilê û got ku di serî de Serokomar Tayyîp Erdogan hemû hikûmet ji bo şer nikarin 3izahekî bi aqilane bikin. Kosa an^iziman ku pediviya wan bi aştiyê heye û bi gotina "Heke dixwazin bila ew biçin eniya şer" nerazîbûna xwe anî ziman. Kose bal kişand li ser nîqaşên sîstema serokatiyê jî û wiha axivî: "Ez sîstema serokatiyê tewşomewşo dibînim. Di sîstema serokatiyê de hêz di destekî de tê komkirin. Di sîstemekî bi vî rengî de azadî dernakeve. Sîstema serokatiyê sîstemekî nedemokratîk e." 'Em naxwazin di şerê zilaman de bimirin' Dîlara Sarppinar jî bilêv kir ku sîstema serokatiyê dê bibe pêkanînekî jinan hedef digire û wiha berdewam kir: "Dema ku em derdikevin derve, televîzyonê vedikin her tim zilaman dibînin. Di meclîsê de kêm be jî parlamenterên jin hene. Bi sîstema serokatiyê ve dê ew jî nemînin." Sarppinar got ku destnîşan kir ku di sîstema serokatiyê de yek saziyekî ku mafê jinan biparêze jî dê nemîne û wiha axivî: "Erdogan hê beriya 2 rojan heqeret li jinan kir. Wezîra ku qaşo ji jinan berpirsyar e jî rabû piştgirî da. Ji bo pêşerojê fikarên min hene." Sarppinar diyar kir ku ew li dijî êrîşa li hemberî Mûsilê ye û êdî naxwazin di şerê zilaman de bimirin. 'Erdogan xeyala osmaniyan dibîne' Mehmet Genç jî anî ziman ku ew li dijî sîstema serokatiyê ye û sîstema serokatiyê sîstemekî wekhev û azadîxwaz nîne. Genç destnîşan kir ku piştî sîstema serokatiyê Serokomar Erdogan û ekîba wî hedefa wan a osnamiyan heye û wiha berdewam kir: "Dixwazin ji komarê rowanşê bigirin. Em welatekî ji padişahiyê derbas bûn. Sîstema serokatiyê ev e; sultan çû sultanê nû hat. Erdogan beriya ku sultaniya xwe îlan bike hemû çepgir, demokrat, Ataturkparêz, laîk û ateîstên ku li hemberî wî derdikevin dixwaze tasfiye bike." Genç bilêv kir ku tu sedema mudaxalekirina Mûsilê tuneye û wiha got: "Tu eleqeya wî bi Mîsaki Mîllî re tuneye. Mİsir, Macarîstan heta nîvê Ewropayê ya osmaniyan bû. Wê demê em li hemberî hemûyan şer bidin destpêkirin. Ev fikirandinekî faşîzan e. Xeyela osmaniyan dibîne. Ji bo xwe Enver Paşa mînak girtiye." Esat Mîlas jî wiha got: "Divê em li hemberî vê bisekinin. Ji ber ku daraz, artêş, hikûmet, mulafet temamî ji bo Erdogan dixebitin."Mîlas anî ziman ku ew li hemberî hemû şeran e û bal kişand li ser şerê li Kurdistanê û wiha axivî: "Li her derê Tirkiyeyê şer heye. Heke van polîtîkayan bidomîne dê şer li her derê Tirkiyeyê belav bibe. Tirkiyeyê ber bi şerê naxweyî ve dibin." (sa)