Şirnexî: Tu hêz nikare me ji xak û doza me bide dûrxistin 2016-10-24 09:12:57 ŞIRNEX (DÎHA) - Şirnexiyên di konan de dijîn bersiv dan gefên Walîtiya Şirnexê yên, "hûn konan ranekin em ê bişewitînin" û gotin ku wê tu hêz nikare wan ji ax û doza wan bide dûrxistin. Piştî daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya ku têde tê gotin "Li cihên vekirî civîn pêkanîn, daxuyaniyên çapemeniyê, vekirina standan, komkirina îmzeyan, belavkirina agahdariyan, daliqandina panqartan, vekirina konan, çalakiyên runiştinê û hwd." bi hinceta ewlehiyê hatine qedexekirin, polîsan bi ser konan de girtin û bi anonsê gefên divê Şirnexî di nava hefteyekê de konên xwe biterikînin kirin. 'Çi dibe bila bibe kes nikare destê me ji axa me bide berdan' Jina bi navê Safiye Ustek bersiv da gefên walîtiyê û wiha axivî: "Dewlet li vir jî bela xwe ji me naveke. Zivistan tê em nizanin em ê çi bikin. Derî, pencere û her tiştê mala me xirab kirine, şikandine û yê mayî jî dizîne. Li ser vê jî polîs tên gef li me dixwin û dibêjin 'hûn dernekevin em ê çadirên we bi şewitînin'. Em ê çawa vê zivistanê di malên bê pencere û derî de bi borînin." Ustek got ku ev 8 meh in ew di konan de dijîn kes nîne ji wan re bixebite û ev tişt anî ziman: "Em nikarin biçin malên kirê de. Niha em ê bizivirin ser axa xwe, çi dibe bila bibe, kes nikare destê me ji axa me bide berdan." 'Dewlet bi awayek vekirî zilmê li me dike' Emîne Ustek jî bertek nîşanî daxwuyaniyên walî da û wiha got: "Ji me re dibêjin vegerin Şirnexê. Lê malên me hemû xirab kirine. Dewlet bi awayek vekirî zilmê li me dike. Wek pisîkan ku ferxikê xwe dixe devê xwe de û li her warî digere, rewşa me jî heman e. Ev çend caran me ji ser warên me koçber dike, mafê dewletê nîne vê yekê li me bike." 'Hem malên me xira dikin hem jî anonsan dikin dibên bizivirin Şirnexê' Dayîka bi navê Meryem Bektaş jî diyar kir ku ew di konan de pir zoriyan dikişînin û wiha axivî: "Bi taybet di aliyê cemidahiyê de em kêmahiyan jiyan dikin. Pir sar e û em nizanin em ê niha çi bikin. Hem malên me xirab dikin, hem jî anonsan dikin dibên bizivirin Şirnexê. Heta niha dewletê bi tu awayî alîkarî nedaye me. Tekane alîkarî ji gel û parlementerên me tê ji me re. Cihên ku hevserên me lê dixebitîn jî, hevserên me jê derxistine û polîs xistine têde. Rastî jî em nizanin em ê çi bikin." 'Me axa xwe ji hertiştî bêhtir di vê' Jina bi navê Helîme Bektaş jî got ku ew axa xwe ji her tiştî bêhtir dixwazin û wiha pêde çû: "Dema dûman ser Şirnexê diket her wekî ew duman ji ser dilê me rabe. Em pir pê diêşan. Lê em tu carî axa xwe bernadin. Em dixwazin biçin ser axa xwe, mala xwe û rezê xwe. Em tu carî alîkariya dewletê qebûl nakin . Em axa xwe ji her tiştî bêhtir dixwazin." (kom/no)