Ji erdhejê filitê ji TOKÎ'yê xilas nebû 2016-10-24 09:14:51 İDRİS YILMAZ WAN (DİHA)- Şefîka Turak a ku ji erdheja Erdîşê ji mirinê filitî bi 5 zarokên xwe ve ji bo ku ji TOKÎ'yan derkevin tê tehdîdkirin. Şefîka Turak a ku di erdhejaka di 23'yê cotmeha 20111'an de li navçeya Erdîşa Wanê çêbû û hevserê wê Mahmut Turak jiyana xwe ji dest da bi 5 zarokên xwe ve terkî qedera xwe hat kirin. Turak anî ziman ku piştî erdhejê alîkariya ku ji bo navçeyê hatiye şandin de qet sûd wernegirtine, nikarin pereyê TOKÎ'yê ku firotine wan jî bidin. Turak wiha axivî: "Polîsên ku tên ber derî dibêjin em ê malê ji bi zorê bigirin." TUrak a ku zarokekî wê nexweşê epîlepsiyê ye anî ziman ku piraniya pereyê wê ji bo teqsîtên malê diçe û bi gotina "bi kevçî didin lê bi çoçikê digirin" nerazîbûna xwe anî ziman. TUrak anî ziman ku teqsîtên TOKÎ'yê ku dane wan pir zêde ye û wiha axivî: "Em nikarin bidin, Min ev rewş ji polîsan de îfade kir. Hin kaxiz bi min dan imzekirin û ji min re gotin divê berê ku ku hatî vê derê divê tu bifikirî." Turak destnîşan kir ku dema erdhejê ji gelek deverên cihanê ji bo wan alîkarî hatiye lê tu sûd ji wan alîkariyan negirtine, xwest pirsgirêkên wan bê çareerkirin. (sa)