Xedeyên OHAL'ê ji bo kê heye 2016-10-24 09:17:45 ÇEWLIG (DÎHA) - Li Kurdistanê bi hinceta OHAL'ê hemû çalakiyên demokratîk û muxalif hatin qedexekirin. Lê li gel qedexeya OHAL'ê AKP li Çewlîgê mîtîngê pêk tîne. Li Kurdistan û Tirkiye bi hinceta OHAL'ê hemû çalakiyên demokratîk û muxalif tên qedexekirin. Lê ji AKP û derdorên AKP'ê çalakî serbest in. Li navçeya Darahênê ya Çewlîgê AKP û der û dorên AKP'ê bi hinceta êrîşên li dijî saziyên dewletê dê mîtîngê pêk bînin. Înîsiyatifa Sivîlên Ciwan, ku bi nêzîkatiya AKP'ê tê zanîn, dê saet di 10.00’an li duriyana Petrolê ya Darahênê kom bibin û li navenda Navçeya Darahênê mitîngê pêk bînin. Înîsiyatifa Sivîlên Ciwan ji bo welatiyên Darahênê peyama "hemû gelê me dawetî ne" ji telefonan re şandin. Balkêş e bi hinceta OHAL'ê hemû çalakî, daxuyanî, meş û mîtîng li Kurdistanê tên qedexekirin, lê ji bo kesên der û dorên AKP'ê serbest e. Şaredariya AKP'ê jî heta dawî piştgirî da xebatên mîtîngê. (mae)