Balafirên şer 3 welatî qetilkirin 2016-10-24 09:59:44 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Balafirên şer ên artêşa tirk gundê Mawata ya Mêrgesorê gundiyên ku masî digirtin bombebarankirin, 3 kes hatin qetilkirin. Balafirên şer ên artêşa tirk gundê Mawata ya bi ser bajaroka Mêrgesor a Hewlêrê bi şev bombebadarkirin. Di encama bombebaranê de 3 welatiyên ku ji bo masî bigirin çûbûn ber cem hatin qetilkirin. Hate hînbûn ku welatiyên ku hatine qetilkirin Herbî Elî û Mîxdad Elî yên birayên hev in û welatiyê bi navê Îmad Mele Temir e. (sa)