Ji bo Şehbayê banga alîkariyê 2016-10-24 10:33:35 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê da xuyakirin, ku pêwîstiya koçberên li kampa Şehbayê bi lezgînî bi alîkariyê heye. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji bo koçberê Şehbayê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya rêxistinê de wiha hat gotin: "Pêla koçberiyên herêma Şehbayê, ji ber topbaran artêşa Tirk a dagirker a bê serûber li ser gundên rizgarkirî ber bi Kantona Efrînê ve didome. Tevî ku komeleyên alîkariyê li Kantona Efrînê û bi destek dayîna Nivîsgeha Karûbarên Civakî pêdiviyên sereke li koçberan belav kir, lê kampa Şehba pêwîstiya wê bi lezgînî bi konan, xwarin, derman, şîrê zarokan û cilan heye. Hin malbat jî heta niha pêdivî wernegirtine û li benda alîkariyê ne. Ji ber vê yekê jî em bang li rêxistinên alîkarî dikin ku destek bidin kampa Şehba. Em wekî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Şehba bi tundî şermezar dikin." (sa)