Şerê li Şengalê bi dijwarî didome 2016-10-24 11:53:29 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Şengalê pevçûnên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ`ê serê sibehê derketibûn, bi giranî didome. Çeteyên DAIŞ’ê serê sibehê saet ji 5 baskan ve êrîşî gundên Şengalê kirin. Li ser êrîşa çeteyan li herêmê şerê ku derket û heya niha didomin. Li gorî agahiyan gundên Cidale û Skinyê giran bû. Li herêmên ku ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve tên parastin jî şer dewam dike. Li gorî agahiyan pêşmergeyên PDK’ê neçar mane xwe ji gundê Cidale vekişînin. Her wiha tê gotin ku di şer de mirî û birîndar hene. Balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî jî piştgiriyê didin pêşmergeyên PDK’ê. Her wiha tê gotin, balafirên şer ên Koalîsyonê li nêzî gundê Til Izêr ê Şengalê li konvoyeke çeteyan xistine û gelek mirî û birîndar li vir hene. (sa)