'Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê nebûye û dê tevlî jî nebe' 2016-10-24 12:09:15 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê diyar kir ku Tirkiye tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê nebûye û dê bi tu şawayî jî tevlî operasyonê nebin. Berdevkê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê Yehya Resûl bi daxuyaniyekê bersiva gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên têkildarî tevlîbûna hêzên tirk ji bo operasyona Mûsilê, da. Yehya Resûl wiha wiha got: “Gotinên ku dibêjin Tirkiye tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bûne, nerast in. Hêzên tirk bi tu şêweyekî wê tevlî operasyona Mûsilê nebin.” Bînalî Yildirim duh diyar kiribû ku hêzên tirk li herêma Başîka di çarçoveya operasyona Mûsilê de alîkariya hêzên pêşmergeyan kirine. (sa)